HPG-YJA STAR, hêzeke nû şand Mexmûrê
HEWLÊR - ANF HPG-YJA STAR'ê, hêzeke teqwiyeyê şand herêma Mexmûrê ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşên giran dibin ser. Gerîla li Hewlêrê bi tilîliyan ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin û saet li dora 01'ê şevê xwe gihandin eniya şer.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê roja 6'ê Tebaxê êrîşa herêma Mexmûrê kirin û gelek nuqteyên herêmê dagir kirin, ji bo parastina Mexmûr û Hewlêrê, HPG-YJA STAR'ê komeke mezin a teqwiyeyê şand ji herêmê re.
Hêza gerîla ya teqwiyeyê saet di 12'ê şevê de gihaşt Hewlêre. Gerîla li Hewlêrê ji aliyê girseya gel ve bi tilîliyan ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê gerîlayan berê xwe dan herêma Mexmûrê.
Hêza gerîla saet di 01'ê şevê de li herêma Mexmûrê bi merasîmeke leşkerî hat pêşwazîkirin. Li dû merasîmê, gerîla, milîs û hêzên pêşmerge li çeperan belav bûn û di şer de cih girtin.
Li aliyê din ji duh êvarê û vir ve çeteyên DAIŞ'ê bi hawan, katûşa û topan êrîşî Kampa Mexmûrê kirin.
Gerîla û hêzên pêşmergeyan ên li Kampa Mexmûrê jî bi heman rengî bersiv dan êrîşan.
Heta vê saetê, şer û pevçûnên li herêmê bi çekên giran dewam dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê ji duh hewl dabûn bikevin Kampa Mexmûrê û ev hewldana wan ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ve hatibû şikandin. Di şer de herî kêm 20 çete hatibûn kuştin, gelek hatibûn dîlgirtin û praniya cenazeyên çeteyan hatibûn desteserkirin.
Li herêma Mexmûrê ku kampa Mexmûrê jî lê ye li dijî çeteyên DAIŞ'ê, hêza parastina hevpar a ji gerîlayên HPG-YJA STAR, milîs û pêşmergeyan, têdikoş e.
Çeteyên DAIŞ'ê bi dagirkirina herêmê re dixwazin êrîşî Hewlêrê bikin. Li herêma Mexmûrê ji bo parastina Hewlêrê xwedî girîngiyeke stratejîk e, berxwedaneke xurt tê nîşandan.