HPG'ê bîlançoya meha Îlonê aşkera kir
HPG'ê bîlançoya şerê meha Îlonê aşkera kir. Di şer û çalakiyan de 417 leşker, 101 polîs, 64 tîmên taybet, 2 polîs û 2 kontra hatin kuştin. Di vî şerî de 48 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalê jî 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan
BEHDÎNAN - ANF Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bîlançoya şerê meha Îlonê aşkera kir. Di şer û çalakiyan de 417 leşker, 101 polîs, 64 tîmên taybet, 2 polîs û 2 kontra hatin kuştin. Di vî şerî de 48 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalê jî 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Navena Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şerê meha Îlonê aşkera kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Erdogan û hikûmeta AKP'ê, li hemberî daxwaza jiyana di bin sîwana rêveberiya hevpar a demokratîk a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, li dijî vîna civakî ya mezin a di hilbijartinan de derket holê, li hemberî hewlanên çareseriyê û nêzîkatiyên samîmî yên Rêber Apo û Tevgera me; ji nû ve şer da destpêkirin û konsepta înkar û tinekirinê ya topyekûn daye meşandin. Di vê pêvajoya ku her şêwe êrîşên faşîzan lê rû didin de, gelê Kurdistanê bi vîna xwe ya azad re xwerêveberiyên xwe ragihand û têkoşîna berxwedanê pêl bi pêl mezin kir.
Di nava meha Îlonê de hemû çalakiyên li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo û êrîşên komkujiyê yên li hemberî gelê me; di çarçoveya bersivdayîn û xweparastina li dijî zîhniyeta faşîzan a komkujî û dagirkeriyê li ser gelên bindest ferz dike, hatine kirin."
BÎLANÇOYA ŞER A NAVBERA 25'Ê TEBAXÊ-25'Ê ÎLONÊ
Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya şerê navbera 25'ê Tebaxê-25'ê Îlonê bi vî rengî ye:
Êrîş û operasyonên artêşa TC: 533
Detayên van êrîş û operasyonan:
Operasyonên bejahî: 39 Êrîşên bi balafirên şer: 86 Êrîşên bi helîkopterên Kobra: 44 Êrîşên bi hawan, obus, tank û topan: 364 Tevgera hewayî (balafir û kobra): 82 Tevgera hewayî ya keşfê: 160 Operasyonên bejahî yên bê encam man: 4
BEHDÎNAN
Çalakiyên giştî yên gerîlayan: 385 (16 çalakiyên gerîlayên YJA Starê) Çalakiyên sabotajê: 112 Çalakiyên sûîqestê: 37 Çalakiyên serdegirtin û dorpêçkirin: 6 Çalakiyên kontrolkirina rê: 85 Çalakiyên li dijî qereqolên leşkerî: 80 Çalakiyên li dijî qereqola polîsan (Emniyet, lojman): 19 Çalakiyên li dijî nuqteyên ewlekariyê û avahiyên hikqûmetê: 9 Çalakiyên li dijî lûleya gaza xwezayî, tren û bendavan: 3 Şerê li hemberî artêşa Tirk qewimîn: 34
ENCAMÊN ÇALAKIYAN
Leşkerên di şer û çalakiyan de hatin kuştin: 417 Polîsên hatin kuştin: 101 Tîmên taybet ên hatin kuştin: 64 Pîlotên hatin kuştin: 2 Kontrayên hatin kuştin: 2 Leşkerên birîndar: 80 Polîsên birîndar: 44 Tîmên taybet ên birîndar: 23 Balafirên keşfê yên hatin xistin: 3 Helîkoptera Skorsky ya hat xistin: 1 Helîkopterên Kobra yên hatin xistin: 2 Wesayîtên zirxî yên hatin rûxandin: 31 Tank-Toma yên hatin rûxandin: 2 Stasyonên Bazê yên hatin rûxandin: 90 Pirên hatin rûxandin: 7 Hawan û Mewziyên A-4 ên hatin rûxandin: 3 Wesayîtên hatin şewitan (yên ji bo leşkeriyê dihatin bikaranîn): 35 Helîkopterên Kobra-Skorsky ên hatin derbkirin: 25 Wesayîtên zirxî yên hatin derbkirin: 60 Termala hat îmhakirin: 1 Binçavkirin: 2 (1 berbaz) Çalakiyên encam nehat diyarkirin: 56
ALAVÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN
11 debance 1 çeka M-16, 2 jarjorên wê 7 çekên bi Melez 1 bombeavêj, 150 fîşekên MG-3, 4 zincîrên BKC, 4 roketên antîtank
Her wiha 1 cîhaza biçûk, 5 kompûter, 3 dûrbîn, 1 dûrbîna çeka sûîqestê, 2 kunye, 7 êlekên ji pola û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.
WINDAHIYÊN GERÎLA
Gerîlayên me yên şehîd ketin: 48 (13 gerîlayên me di êrîşên hewayî yên li Bakur de şehîd ketin)
Şehîdên Şengalê: 4 gerîlayên me di berxwedana li dijî çeteyan de şehîd ketin
Gerîlayên me yên dîl hatin girtin: 5