HPG'ê li Giwêra dest bi operasyonê kirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Şer û pevçûnên li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê bênavber dewam dike. Şer û pevçûn li nahyeya Giwêra û gundê Sultan Ebdulah bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Şerê ku danê sibê destpêkir didome. Endamên HPG'ê li Giwêra dest bi operasyona DAIŞ'ê kir.
Şer û pevçûnên li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Herêma Fedaral ya Kurdistanê bê navber dewam dike. Şer û pevçûn li nahyeya Giwêra û gundê Sultan Ebdulah bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Şerê ku danê sibê destpêkir didome. Çeteyên DAIŞ’ê du caran êrîşê gundên Daqûqê kirin, rastî bersivdana tund ya endamên HPG/YJA-Starê hatin. Endamên HPG'ê li Giwêra dest bi operasyona DAIŞ'ê kir.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê li nahyeya Giwêr û gundê Sultan Ebdulah danê sibehê saet 03.00’an de pevçûn di navbera endamê HPG/YJA Starê, Pêşmerge û çeteyên DAIŞ’ê de rûdaye. Pevçûn bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Ji şevê din û vir ve çeteyên DAIŞ’ê du caran êrîşê gundên Zankird (gundê Kakaiyan), Waadê, Esrê û Kobanê yên Daqûqê kirine.
Êrişên DAIŞ’ê rastî bersivdayîn tund a endamên HPG/YJA Starê û pêşmergeyan hatine û hemû êrîşên wan yek bi yek hat şikandin. Çeteyên DAIŞ'ê ji ber berxwedana hevbeş neçarman paşde birevin.
Hat ragihandin ku duh di encama şer û pevçûnan de li Giwêr 4 jê emîr û bi giştî zêdetirî 40 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha li gundên Zankird, Waadê, Esrê û Kobanê jî gelek windahiyên çeteyan hene û der barê kuştiyê çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
Dîsa şer û pevçûn lii gundên Sultan Ebdulah, Zankird, Waadê, Esrê û Kobanê bênavber dewam dike.
(oî/wk)