1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HPG´ê li Şemizînanê helîkopter xist
HPG´ê li Şemizînanê helîkopter xist,hpg,ê,li,şemizînanê,helîkopter,xist

HPG´ê li Şemizînanê helîkopter xist

Gerîlayan li Şemizînanê helîkopter xist

A+ A-

Ev 8 roj in herêma Şemizînan di bin kontrola gerîlayan de ye. Hat ragihandin ku di encama pevçûnan de herî 49 endamên tîmên taybet ji aliyê gerîlayan ve hatin kuştin û helîkopterek skorsky hate xistin.

Hat ragihandin ku pevnûnên di 24’ê tîrmehê de li deverên Navrezan û Rûnûnisê yên girêdayî gundê Nehrî, dest pê kirin, heta niha jî berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye, roja yekşemê helîkoptera Skorsky ya xwestiye salat di 17.45 de li herêmê deyne ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.

Nûçegihanê ANF’ê Cîhan Ozgur, ragihand ku li gorî agahiyên HPG’ê û çavkaniyên herêmî dane, enqaza helîkopterê piştre ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatiye rakirin. Di encama pevçûnê de herî kêm 49 endamên tîmên taybet hatin kuştin.

Pevçûnên ku 24'ê Tîrmehê de li gundê Nehrî, Nevrezan û Rubunus a navçeya Şemzînana Colemêrgê dest pê kirine berdewam dikin. Hat ragihandin ku pevçûn duh li bejahiya gundên Gelaşk, Mergesave, Serbera, Sertet û mezraya Nirkole û qontarên Gomanê dijwartir bûye.

Hat zanîn ku gelek helîkopterên tîpa skorsky leşkerên ji perwerdehiyên taybet derbas bûne û tîmên tevgera taybet li herêma pevçûnê bicih kirine. Dîsa 3'yemîn tabûra qomando ya çiya taktîkê bejahiya Garê, Mirgazave ya 15 kîlometreyan dûrî navçeyê ye û herêma çiyayê Kuremezgeta ya 10 kîlometreyan dûrê navçeyê da ber topan.

ANF NEWS AGENCY