HPG’ê nasnameya gerîlayan aşkere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di 22’ê cotmehê de li herêmên Guza Reşê û Gundê Pîrê yên Çelê, di encama karanîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve û şerên dijwar de 24 gerîlaya jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê ragihand ku ew nikarin xwe bigihînin 11 gerîlayên din jî.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê têkildarê 24 cenazeyên li Meletiyê tên ragirtin de daxuyaniyekê da û diyar kir ku cenaze yên gerîlayên HPG’ê ne. HPG’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku hatiye piştrastkirin ku artêşa Tirk di şer de bombeyên napalm û çekên kîmyewî bi kar anîne.
Di daxuyaniyê de ragihand ku di encama şerên dijwar û êrişên hewayî yên ku çekên kîmyewî têde hatin bikaranîn de, ji 22-24’ê cotmehê ve yekîneyek a gerîlayan a ji 35 gerîlayan pêk dihatin tu agahî nehatine girtin.
HPG’ê diyar kir ku 24 cenazeyên li Meletiyê têne ragirtin ên gerîlayên HPG’ê û ragihand ku heta niha wana tu agahî ji 11 gerîlayên din negirtine. HPG’ê ragihand ku ew nizanin ka her 11 gerîlayên din sax in an ne û bal kişandku ger sax bin jî, ew nikarin bizanina kîjan cenazeyên li Meletiyê têne ragirtin ên kîjan gerîlayî ne.
ÇAREYA WAN ÇEKÊN KÎMYEWÎ BÛN
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Yekîneyek me ya ji 35 pêk tê di encama şerên dijwar ên li Çelê û Colemêrgê, û karanîna çekên cûda de şehîd bûne. Ji bilî hevalên me yên di encama lêdana qazanên li zinaran ketin û di bin zinaran de man û şehîd bûn, hemû hevalên me yên din li hemberî dijminê faşîst bi awayeke lenheng şer kirine, li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. Artêşa Tirk a dagirker a ku li hemberî vê berxwedana hevalên me heyrî ma, çareyê di karnaîna çekên di asta navnetewî de hatine qedexekirin de dît.”
HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye û got; “Li gorî agahiyên ku yekîneyên me yên di bin êrişên hewayî û şer de mane, her wiha li gorî lêkolînên me, artêşa Tirk a dagirker careke din hiqûq navnetewî bin pê kiriye û çekên qedex bi kar aniye. Ligel êrişa bi rojan a bi balafirên şer, kobra, helîkopter, tank, top, obîs, hewan, hatiye zelalkirin ku bi awayeke dijwar bombeyên Napalm bi kar aniye, her wiha çekên kîmyewî jî hatine bikaranîn. Li rexmê barîna baranê jî bi rojan bandora çekên kîmyewî berdewam kiriye û heta niha jî berdwam dike. Bi vê yekê jî careke din aşkere dibe ku navê Necdetê Kîmyewî yê ku gelê me li fermandarê artêşê Necdet Ozel kiriye, rast û di cihê xwe de ye. Çekên kîmyewî yên bi dehan car li hemberî gerîlayan hatine bikaranîn, di çalakiya Çelê de jî hatine karanîn.”
HPG’ê bang li hemû sazî û rêxistinên navnetewî û peywendîdar kir ku der barê mijarê de dest bi lêkolîn bikin.
ŞEHADET VEXWENDiNÊN BERPiRSYATiYÊN DÎROKÎ NE
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Her yek ji wan lehengên ku bi kevneşopiya berxwedanî ya gelê Kurdistanê, cewhera welatparêzî û zanebûna Apocîtî mezin bûne. Wê sekin, kesayetî û jiyana wan a şoreşgerî bibe dînamîka tekoşîna me û wê her tim hebûna xwe biparêzin. Li hemberî berxwedanî û lehenghiyên ku ji Wan, Colemêrg, Riha, Semsur, Îdir, Çelê, Qers, Şirnex, Elkê, Erzîngan, Mûş, Êlih, Xoy, Urmiye, Selmas, Kamyaran, Mako, Kobanî, Dirbesiyê, Efrîn, Dêrîkê û her çar parçeyên Kurdistanê, berpirsyariyeke dîrokî ya xwedîderketina li nirxên me, dikeve ser milê me û gelê me.
HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Hevalên mê yên di navbera salên 1980 û 1990’an de hatine dinê rûmetên Tevgera Apocî ne û bi biryar li hemberî nirxên azadiyê meşa xwe ya li çiyayên azad ên Kurdistanê domandine. Her hevalek me bi hêz, bi moral, bi coş û heyecan li çiyayên azad cihê xwe girtine. Xwe di her hêlê de pêş xistine û xwedî li hemleya azadiyê derketine. Her jiyaneke hevalek me, pîvanên van û meşa wan a bi biryar dibin mijara destanan. Her hevalek bê dudilî xwedî li Rêber Apo derketine û bûne pêşeroja azad.”
Daxuyaniya HPG’ê ya der barê nasnameya 24 gerîlayên ku di 22’ê cotmehê de li herêmên Guza Reşê û Gundê Pîrê yên Çelê, di encama çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin karanîn, de jiyana xwe ji dest dan ev tişt hate gotin: “Ji bo jiyaneke azad, axek azad û li dijî kedxwariya hêzên dagirker û faşist her tim di nav têkoşînê de bûn. Zarokên wî welatî ligel hemû zext û zordariyan her tim alîgirê azadiyê bûn û vê tiştî nîşanê me jî dan. Hevalên me yên jin, her yek pêşengên jiyana azad û civakeke azad bûn. Bi kenê xwe yê herî xweşîk tevli karwanê nemiran bûn. Bi perspektîfa Bîrdoziya Rizgariya Jine, meşa xwe ya bi biryar li hemberî dijminan têkoşîna xwe domandine.”
Di daxuyaniya HPG’ê de qala çalakiya Çelê hate kirin û daxuyanî wiha dom kir: “Ev windahî bi tu awayî çalakiya Çelê venaşêre. Çalakiya Çelê li hemberî hêza dewletê wekî xençerek bû û ev lehengên me li hemberî dijmin nehatin zeptkirin. Lê dijminên ku li hemberî gerîlayan têk çû bi hovane êrîş kir. Êrîşa dijmin bû sedema guhertina erdnegariya Kurdistanê. Ji ber tirsê ev qas êrîşe pêk hat. Lê divê kesên alîgirê şer keyfxweş nebin. Êv êrîşên ku li hemberî gerîla pêk tê wateya tolhildanê. PKK’ê di encama tolhildana dîrok û gelan derketiye holê, arteşa wî ya fedaî, dê li hemberî ev şerê qirêj, pêkanînên li dij mirovahiyê hesabê bipirse. Xwîna hevalên me li erdê namîne. Li hemberî dijminê faşist û kedxwariyê tu carî serî danaynin. Zarokên wî welatî carek din soz didin ku wê tola van hevalan bê girtin. Em di vê baweriyê de nin ku gelê kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê êrîşa hovanê berxwedana xwe xurt bike û wê xwedî şervanên xwe yên azadiyê derbikeve. Xwedî li derketina şervanan berpirsiyartiyek e.”
HPG’ê nasnameya 31 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane aşkere kir û diyar kir ku ew ê nasnameya 4 gerîlayên din piştre aşkere bikin:
Nasnav: Brûsk Amed
Nav û Paşnav: Mizbah Kiziler
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1976 / Qulp, Amed
Navê Dayîk û Bav: Fatma – Aziz
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 1993 / Qûlp, Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Rejav Jilemo
Nav û Paşnav: Eli Hesen Pervizi
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1981 / Kamyaran
Navê Dayîk û Bav: Emine Elî
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Berdenazê
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Xeyrî Fedakar
Nav û Paşnav: Cevdet Ortaş
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1993 / Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Seyran – Mahmut
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Gulbahar Kobanî
Nav û Paşnav: Saniye Mustafa
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1993 / Kobanî
Navê Dayîk û Bav: Emine – Mustafa
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Zinar Xoy
Nav û Paşnav: Sultanelî Julide
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1987 / Xoy
Navê Dayîk û Bav: Qûdret – Bîşar
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Xoy
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Berwar Zilan
Nav û Paşnav: Behice Bedro
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1983 / Dirbêsiyê
Navê Dayîk û Bav: Wefiye – Behçet
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 1999 / Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Kod: Adi: Dilşad Aryen
Nav û Paşnav: Giyasettin Kaval
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1982 / Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Gulistan – Veysî
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Rûken Serhat
Nav û Paşnav: Şîlan Ergun
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1990 / Wan
Navê Dayîk û Bav: Hatice – Kerem
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2006 / Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Doğan Efrîn
Nav û Paşnav: Minnan Îsmaîl Akkaş
Navê Dayîk û Bav: Zarife İsmail
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2010 / Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Serdem Pir
Nav û Paşnav: Îkram Kara
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Wan
Navê Dayîk û Bav: Ayşan – Îslmaîl
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Çaneqelle
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Dijwar Riha
Nav û Paşnav: Çetin Modanlar
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1985 / Riha
Navê Dayîk û Bav: Necla – Ahmet
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2006 / Riha
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Sipan Cûdî
Nav û Paşnav: Geylani Reşidi
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1991 / Urmiye
Navê Dayîk û Bav: Asiye – Îreç
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Urmiye
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Medya Ronahi
Nav û Paşnav: Îpek Çiçek
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Îdir
Navê Dayîk û Bav: Emine – Hasan
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Îdir
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Roza Semsur
Nav û Paşnav: Sûna Ozdemir
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Semsûr
Navê Dayîk û Bav: Besime – Mahmut
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Stenbol
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Zilan Colemêrg
Nav û Paşnav: Gulistan Koç
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1981 / Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Esmer – Bedirhan
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2006 / Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Eylem Ararat
Nav û Paşnav: Ebru Muhikanci
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Qers
Navê Dayîk û Bav: Birgul – Nurettin
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Qers
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Beritan Şin
Nav û Paşnav: Ayşe Amra
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1984 / Mako
Navê Dayîk û Bav: Zarife – Adil
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Mako
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Kemal Cizîr
Nav û Paşnav: Derviş Ozkan
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1985 / Şirnex
Navê Dayîk û Bav: Avniye – Abdulaziz
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Deniz Derya
Nav û Paşnav: Leyla Halimi
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1987 / Salmas
Navê Dayîk û Bav: Hamide – Hamit
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2005 / Salmas
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Diren Tohildan
Nav û Paşnav: Emine Altun
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1987 / Riha
Navê Dayîk û Bav: Nazime – Ahmet
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Van
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Agirbaz Rapo
Nav û Paşnav: Oktay Çelik
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1986 / Muş
Navê Dayîk û Bav: Makbule – Seyithan
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / İsviçre
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Levent Dêrik
Nav û Paşnav: Ahmet Mirza
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1993 / Dêrik
Navê Dayîk û Bav: Peyman – Muhammed Emin
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Dêrik
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Welat Munzur
Nav û Paşnav: Aziz Balikçi
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1994 / Muş
Navê Dayîk û Bav: Zahide – Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Garzan Çarçela
Nav û Paşnav: Sezar Arslan
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1992 / Êlih
Navê Dayîk û Bav: Kadriye – Mehmet
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2009 / Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Dilar Dilbirin
Nav û Paşnav: Gulale Yusufi
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1986 / Salmas
Navê Dayîk û Bav: Hayal – Sadiq
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2003 / Salmas
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Serdar Mezrai
Nav û Paşnav: Cemil Erol
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1992 / Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Camia – Suleyman
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Gever Faraşin
Nav û Paşnav: Reşat Aslan
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Şirnex
Navê Dayîk û Bav: Hiyal – Huseyin
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2008 / Colemêrg
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Erdal Yilmaz
Nav û Paşnav: Enver Akçay
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1981 / Dicle, Amed
Navê Dayîk û Bav: Hazniye – Hasan
Cih û Dîroka tevilbûnê: 2006 / Stenbol
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Tîrêj
Nav û Paşnav: Mahmut Bor
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1979 / Kurtalan, Siirt
Navê Dayîk û Bav: Gewrê – Tahir
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2004 / Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Dundar Gabar
Nav û Paşnav: Abdurrahman Enuştekin
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Siirt
Navê Dayîk û Bav: Fatma - Emin
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2005 / Siirt
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
***
Nasnav: Şaho Hewraman
Nav û Paşnav: Umît Remezanî
Dîrok û Cihê ji Dayîkbûnê: 1989 / Kamyaran
Navê Dayîk û Bav: Zeri Sadiqî – Vekil
Dîrok û Cihê Tevilbûnê: 2007 / Kamyaran
Cih û Dîroka Şehadetê: 22-24 Cotmeh 2011 / Çelê, Colemêrg
ANF NEWS AGENCY