HPG’ê Serokê AKP’yî serbest berda
A+
A-
HPG’ê Serokê AKP’ê yê navçeya Payîzava yê Wanê Hayrullah Taniş ê ku ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin serbest berda. HPG’ê Taniş radestê heyeta çûbû Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Hayrullah Taniş di 2’yê Tîrmehê de li navçeya Payîzava ya Wanê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû binçavkirin.
Piştî ku malbata Taniş şeş caran serî li ÎHD, MAZLUM-DER û Baroya Wanê dan, heyet ji rêxistinên mafê mirovan pêk dihat çû Başûrê Kurdistanê.
Hate zanîn ku heyetê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Taniş teslîm girtine. Di nava heyetê de rêveberên navenda ÎHD û MAZLUM-DER û rêveberên Baroya wane jî hene.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî hpg,ê,serokê,akp,yî,serbest,berda