1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HRRK konferansa xwe li Amedê lidar dixe
HRRK konferansa xwe li Amedê lidar dixe,hrrk,konferansa,xwe,li,amedê,lidar,dixe

HRRK konferansa xwe li Amedê lidar dixe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / AMED

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo nivîskar, helbestvan, şêwekar û hemû rewşenbîrên kurd ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn konferansekê lidar dixe. Ev çend meh e amadekariyên vê konferansê ji hêla komîteya amadekar ve tên kirin û ji bo beşdariyê bi riya hin malperan bang li hemû rewşenbîrên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn hat kirin. Di encamê de rewşenbîrên ku xwe gihandin vê komîteyê û banga tevlêbûnê erê kirin hatin vexwendin û dê tevli vê konferansê bibin. Hat diyar kirin ku 60 rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dijîn banga komîteyê bersivandin û dê tevli konferansê bibin. Her wiha dê ji Ewropayê jî heyetek ji 5 kesan pêk tê ji Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dê tevlî vê konferansê bibe. Ji rojavayê Kurdistanê jî dê heyetek li ser navê her 3 Kantonan tevli vê konferansê bibin.

Konferansa ku hemû amadekariyên wê bidawî bûne dê di 1’ê hezîranê roja salvegera şehadeta Şêx Maşûqê Xeznewî de bê lidar xistin.

Beriya niha ji bo rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn jî konferans hatibû lidarxistin û dê piştî konferansa Amedê yek li Başûrê Kurdistanê jî pêk were. Herî dawî dê kongreya çaran a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo were lidarxistin.