1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HRRK rewşenbîrên kurd ên penaber li Qamişloyê dê bîne ba hev
HRRK rewşenbîrên kurd ên penaber li Qamişloyê dê bîne ba hev,hrrk,rewşenbîrên,kurd,ên,penaber,li,qamişloyê,dê,bîne,ba,hev

HRRK rewşenbîrên kurd ên penaber li Qamişloyê dê bîne ba hev

A+ A-

3 Pûşper

GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) ku ev bi salan e karên rewşenbîriyê dikin dest bi konferansan kir da ku hemû rewşenbîrên kurd bigihîne hev du. Ji Lijneya Amadekar a Bakurê Kurdistanê ya HRRK'ê nivîskar Munîr Şêxe da zanîn ku her çiqas huner û çand xebatek takekesî be jî di vê cîhana tevlîhev de afirandina berheman gelek zehmet e û ji bo ku berhemên takekesî di nav demê de winda nebin, rêxistinî tevgerîn hewce ye.

Di dîroka kurdan de sirgunî êşek mezin e ku ev êş hê jî berdewam dike. Gelek hunermendên, nivîskar, stranbêj, rewşenbîrên kurd ji çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê çar dewletên wekî Tirkiye, Îran, Suriye û Îraqê ji ber nasnameyên xwe ji welatê xwe hatin dûr xistin. Ji ber êşa sirguniyê dev ji lixwedîderketina nasnameya xwe bernedan û di bin siwanên cur bi cur ji bo welatê xwe têdikoşin. Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê jî ji vê êşê parek mezin wergirt û ev 10 sal in di bin sîwana Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) xebatên xwe dimeşînin. HRRK'ê yekemîn Kongreya xwe di sala 2014'an de piştî Komkujiya Qamişlo ku ji aliyê rejîma Baasê ve pêk hat, li Swêdê li dar xist. HRRK'ê heta niha çar kongre pêk anî û ji bilî vê niha jî li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji bo şaxan xebatan dimeşîne.

Kongreya 5'emîn li Qamişlo dê bê li dar xistin

Kongreya 2'emîn a HRRK'ê di 2005'an de, ya 3'emîn di 2007'an de,ya 4'emîn jî 2014'an de li Elmanyayê hatin lidarxistin. Di heman demê de ji bo ku hemû rewşenbîrên kurd ên rojavayî ku li bakur û başûr dijîn jî bînin ba hev dest bi konferansan kirin. HRRK'ê yekemîn konferansa jî xwe di 1'ê hezîranê de li Amedê li dar xist û konferansek jî dê li Başûrê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li dar bixe. Yekemîn konferansa Amedê jî li ser navê Şêx Maşûqê Xeznewî ku di 1'ê Hezîrana 2005'an de ji aliyê rejîma Baasê bi awayek hovane hatibû qetilkirin hat lidarxistin. HRRK piştî konferansan, li Qamişloya Rojava jî dê kongreya 5'emîn li dar bixe. HRRK heta niha li bajarên cur bi cur ên Ewropayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê gelek xebatên rewşenbîrî meşandin û armanc dike ku hemû rewşenbîrên kurd bi taybetî jî yên rojavayî bi awayek kolektîf bixebitin da ku xebatên wan vala neçe.

HRRK ber bi sazîbûnê ve biçe

Ji Lijneya Amadekar a Bakurê Kurdistanê ya HRRK'ê Munîr Şêxe, da zanîn ku fikra konferansan di kongreyên ku di Ewropayê de derketine. Şêxe, destnîşan kir ku hemû rewşenbîrên ku di çi fikrî de dibin bila bibin gazî konferans û kongreyan kirine û ew ji bo pêşketina çand, huner û muzîka kurdî di nav hewldanê de nê û wiha axivî: "Armanca gazîkirina hemû rewşenbîran ew bû ku me nedixwest siyaset li ser huner û çanda kurdî bandor neke û cudahiyek nexe çand û hunera kurdî. Ji ber ku kesên ku tevlî van xebatan dibin ji bo pêşketina çand û folklora kurdan dixebitin." Şêxe, destnîşan kir ku, ji ber ku ev hevgirtin taybetî ya Rojavayê Kurdistanê ye dê kongreya dawîn li Qamişloyê bê li dar xistin û konferansên başûr û bakur jî wek şaxan xebatan bimeşînin û wiha berdewam kir: "Hemû rewşenbîrên ku beşdarî van konferansan dibin dê başdarî kongreya ku li Qamişlo pêk were jî bibin û biryarên sereke ji wir bên girtin.

Şexê, anî ziman ku ew ber bi sazîbûnê ve jî diçin û got ku bê rêxistînî, bindestî jî tu carî ji holê ranabe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Karê hunerî her çiqas bi awayek ferdî be jî di vê cihana tevlîhev de takekes nikarin tiştekî bikin. Her kes dikare huner xwe pêşkêş bike lê em dixwazin di bin sîwanek de ev xebat bên meşandin ku ev berhemên takekesî jî di nav demê de winda nebin."

'Em ê bibin dengê Rojava'

Ehmedê Xursî ku di lijneya amadekar a Bakurê Kurdistanê de cih digirire jî anî ziman ku armanca konferansan ew e ku ji bo rewşenbîrên ku penaberiyê de dijîn hevgirtinek bê damezirandin. Xursî, da zanîn ku mebesta wan a yekemîn jî alîkariya Rojava ye û wiha axivî: "Em pêşerojê dibe ku sazî û weşanxaneyek jî ava bikin da ku pirtûkên nivîskarên xwe çap bikin." Xursî, destnîşan kir ku ew ê bibin dengê rojavayiyan û ji bo wan hemû çalakiyên rewşenbîrî jî li dar bixin.

(gka-sç/lg)