HRW: Li Sûriyê Rojavayê Kurdistanê cihê herî bi ewle ye
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) rapora xwe ya derbarê rewşa mafê mirovan a li Rojavayê Kurdistanê de weşand
ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) di rapora xwe ya ku di derbarê rewşa mafê mirovan a li Rojavayê Kurdistanê de weşand ligel ku diyar dike "bê guman" herêm li tevahî Sûriyê cihê herî bi ewle ye, rexneyên binpêkirina mafê mirovan jî dike. Rapora li ser rojavayê kurdistan a HRW ku navenda wê li Newyorkê ye, destnîşan dike ku bala civaka navneteweyî li ser Şoreşa Rojava ye.
Di rapora HRW'ê de, di derbarê rewşa mafê mirovan a herêma xweser a Rojavayê Kurdistanê ya ku ji kantonên Cezîre, Efrîn û Kobanî pêk tê, rexne hene. HRW bi taybet diyar dike ku biçavkirinên keyfî tên jiyîn, mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin û jiber ku berpirsyariya birêvebirina lêpirsîna di buyerên windahî û cînayetan de bicih nehatiye, bertek nîşan dide.
Rapora 107 rûpelî, bi vê sernavê ye: "Di bin rêvebiriya Kurdan de: Li Sûriyê, li ser axên hundirîn ên di bin kontrola PYD’ê de binpêkirina mafê mirovan" Cîgirê Birêveberê Beşa Efrîqa û Rojhilata Navîn ê HRW Nedîm Horî, bertek nîşan dide ku “herêmên Sûriyê yên ku ji alî otorîteyên kurd ve tên birêvebirin bê guman ji heremên ku ji ber şer wêran bûye hîn aramtir e; lê ji binpêkirina mafê mirovan jî azade nîne."
HRW vê jî lê zede dike: “PYD li wir kontrolek saxlem icra dike. Wê deme defetên wê hene ku van sûîstîmalan jî rawestîne.”
HRW diyar dike, destûr jê re hatiye dayîn ku serdana girtîgehên li qadên di bin kontrola Kurdan de bikin, lê belê ji sedema ewlekariyê tene karine serdana girtîgehên li herema Cezîrê bikin û wiha dibêje: “HRW di çileya 2014'an de, li heremê serdana du girtîgehan kiriye û bi awayekî bê sînor ji derfetan xwe gihandina berpirsyar û girtiyan sûd wergirtiye.”
HRW dibêje ku, bi sedema tevlî êrîşên bombeyî bûne hinek endamên rikbiriya Kurd di encama darizandinên "neadilane" hatine darizandin û bûyerên binçavkirinên demdirêj rexne dike. HRW îdîa dike ku di derbarê windahî û cinayetên bi naverokên siyasî de rêveberî xwe ji lêpirsînên rasteqîn dide alî, tevî vê jî piştî êrîşên bombeyî bi lez binaçvkirinên berfireh pêk tîne.
HRW balê dikşîne ser sîstema edaletê û dadgehên gel jî û qala opozîsyona siyasî dike û rexne dike ku di hinek rewşan de tawanbar, tenê li ser esasê îtîrafên wan hatine darizandin.
Girtîgeh li gorî pîvanên navnetewî ne
Di rapora HRW de tê îdîakirin ku derbarê tundiya dibin çavan de çend bûyer rû dane, lê li aliyê din jî destnîşan dike ku her du girtîgeha li Qamişlo û Dêrikê ya ku serdana wan kirine li gorî pîvanên bingehîn ên navnetewî ne.
HRW dibêje, hewldanên sererastkirina yasayên Sûriye, tevliheviyê li ser sîstema dadê çêdike û wiha pêde diçe: “pêwîstî pê heye ku hinek yasayên Sûriye ji nû ve werin bidestgirtin û werin rastkirin. Ji ber ku bi pîvanên navnetewî yên têkildarî mafê mirovan re nakok in. Lê belê pêvajoya reforman a ne zelal û ya ku baş nehatibe birêxistin, di aliyê parêzer, girtî û ya rêvebiran de rê li ber tevliheviyekê vekir.”
Hevpeymana civakî xalek erênî ye
Tevî van rexneyan jî HRW dibêje, hevpeymana civakî ya di meha Çile de hat qebûlkirin di warê rêzgirtina li mafê mirovan de xaleke pozîtîf e ku di nav xwe de yasayên girîng vedihewîne û cezayê darvekirinê qedexe dike. Her wiha HRW bi bîr dixe, sala 2013'an YPG’ê û Asayîşê soz dane ku ew ê kesên ji 18 salî bi çûktir negirin nav xwe, lê di vî warî de hê jî hinek pirsgirêk berdewam kirine, herî dawî li ser vê mijarê roja 5'ê Hezîranê YPG’ê ji raya giştî re bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew ê di nava mehekê de hemû şervanên ji 18 salî bi çûktir ji nav xwe derxin.
Hêzên YPG’ê di meha Hezîranê de, li ser negirtina şervanên kêmî 18 salî, bi Banga Cinêvê re jî li hev kiribû û peyman îmze kiribû.
Rayedarên Kurd dikarin zêdetirî vê bikin
HRW, bi sedema ku nûnerê defacto yê Efrîn, Kobanî û Cezîrê ye bang li PYD’ê dike da ku ji mafê mirovan û pîvanên hiqûqa mirovî ya navnetewî re rêzdar be û wekî pêşniyar dibêje ji bo rastkirina vê rewşê bila komîsyonek serbixwe ya bi lêkolîna rewşa kesên tê texmînkirin ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin were avakirin û ew kesên ku ger derkeve holê ku bi awayekî keyfî hatine girtin bên berdan.
HRW ku daxwaz dike dadgehên nû ava bûne jî li gorî yasayên Sûriye karê xwe bimeşîne û ger pêwîst bê dîtin bila hemahengiya hinek yasayan bi pîvanên mafê mirovan ên navnetewî re bike, bang jî dike ku, her çi guhertinên di yasayên Sûriyê de hatine kirin bi lez ji raya giştî re were ragehandin û belavkirin.
Nedîm Horî, got: “Rayedarên Kurd ên li bakurê Sûriyê , di tevahî qadên di bin kontrola wan de ne û gelê Kurd, Ereb, Suryanî û netewên din lê dijîn ji bo parastina mafê mirovan dikarin zêdetirî vê bikin. Di rewşa rêveberiya demî de jî divê ku ji van xalên hatine rexnekirin re rezdar be û bi rêveberiya xwe karibe mirovan hîn zêdetir hemêz bike.”
(ac/jh)