1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HRW: Operasyon hemû çapemeniya kurd dike hedef
HRW: Operasyon hemû çapemeniya kurd dike hedef,hrw,operasyon,hemû,çapemeniya,kurd,dike,hedef

HRW: Operasyon hemû çapemeniya kurd dike hedef

A+ A-

Nunera Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) ya Tirkiyeykê Emma Sînclaîr Webb, zext û binçavkirinên li dijî DÎHA, Rojnameya Ozgur Gundem û Kovara Modernîteya Demokratîk nirxand û wiha got: "Tê xuyakirin ku bi vê operasyonê hemû çapemeniya kurd dikin hedef.”

Serdagirtina bûroyên DÎHA, Rojnameya Ozgur Gundem, Ajansa Etik, Çapxaneya Gun, Belavkariya Firatê û Kovara Modernîteya Demokratîk û binçavkirina 46 rojnamegerên di nav de xebatkarên DÎHA, ETHA, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) û AFP'ê jî hene li qada navneteweyî deng vedan.

Dema ku polîsan li Rojnameya Ozgur Gundemê lêgerîn dikir ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Emma Sînclaîr Webb têkildarî operasyonê daxuyanî da CNN'ê. Webb di daxuyaniya xwe de wiha got: "Tê xuyakirin ku armanca operayonê hemû çapemeniya kurd e. Ger dengên muxalîf bên girtin rêya rexneyan a di civakekî demokratîk tê girtin."

CNN'ê jî di nûçeya xwe de diyar kir ku polîsên tirk bi dehan kes binçav kirin û daxuyaniya Platforma Azadiya Rojnamegeran weşand. CNN'ê di nûçeya xwe de anî ziman ku di hedefa binçavkirinan de çapemeniya kurdan heye û da zanîn ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di nav 40 welatên herî kêm de ye. CNN'ê di nûçeya xwe de bal kişand ser girtina Ragip Zarakolu, Ahmet Şik û Nedîm Şener.

ANF NEWS AGENCY