1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Hukûmet ji dil be bila operasyonan neke´
´Hukûmet ji dil be bila operasyonan neke´,hukûmet,ji,dil,be,bila,operasyonan,neke

´Hukûmet ji dil be bila operasyonan neke´

Malbatên PKK'îyan: Hukûmet ji dil be bila operasyonan neke

A+ A-

Li Tirkiyeyê piştî hevditinên li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kir, niqaşên ji bo aştiya mayinde û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir. Li aliyekî hikûmet bang li her kesî dike ku hasas tev bigerin û pêvajoyê aloz nekin, li aliyê din operasyonên siyasî û leşkerî berdewan dike. Malbatên PKK'yîyan bertek nîşanî helwesta hikûmet û dewletê dan û diyar kirin ku ger hikûmet samîmî be bila beri her tiştî operasyonên siyasî û leşkerî rawestînin.

Di sala 2013'an de piştî ku hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê re di asta dewletê de pêk hatin, ji gelek aliyan ve niqaş hatin destpêkirin. Ewil hikûmetê û AKP'ê diyar kirin ku armanca hevdîtinan bikaranîna wekî alav û amûrekî ye. Yekem car bi awayekî fermî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û parlamentera BDP'ê Ayla Akat çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew ji bo aştiyê amade ye. BDP'ê û KCD'ê jî piştgirî dan û xwestin ku ev hevdîtin vegere diyalog û muzakereyan. Di vê pêvajoya ku hevdîtin hatin destpêkirin de Hikûmetê û Serokwezîr Erdogan diyar kir ew dixwazin pirsgirêkê çareser bikin û xwest kes vê pêvajoya hasas xera neke. Lê li aliyekî dest bi hevdîtinan kir, li aliyê din dest bi operasyonên siyasî û leşkerî kir. Di serê salê ku li Îmraliyê hevdîtin pêk dihat de li Liceyê operasyona îmhayî pêk hat û 10 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Piştî hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û parlamentera BDP'ê Ayla Akat çûn Îmralî û peymanê aştiyê hat dayîn, li Çelê operasyon pêk hat û 14 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Di 9'ê Çile de li Parîsê Sazumankara PKK'ê û dîplomatên kurd ên jin 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin. Di 13'ê Çile de li Nisêbînê polîsan bi ser malekê de girt û endamekî HPG'ê înfaz kirin. Di 14'ê Çile de li Qandilê bombe barandin û 7 endamên HPG'ê heqilkirin. Operasyonên siyasî jî berdewam kir. Di nava 18 rojan de 129 kes hatin binçavkirin û jê 61 kes hatin girtin. Li hemberî vê pêvajoya ku li aliyekî hevdîtin pêk tê û li aliyê din operasyonkên siyasi û leşkerî berdewam dikin malbatên endamên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane bertekên xwe anîn ziman. Malbatan diyar kir ku hikûmet li aliyekî behsa aştiyê dike û li aliyêdin operasyonên siyasî û eşkerî berdewam dike.

'Tenê di dema hilbijartinê de dibêjin aştî'

Dayika Mehmet Sedeke û Mehmet Nûrî Gorgîn ên di salên 1990 û 1993'an de tev li PKK'ê bûn û di sala 2007'an de di şerê cuda de jiyana xwe ji dest dan Emîne Gorgin, diyar kir ku 2 zaroken wê ji ber fikrên xwe niha girtî ne û wiha got: "Niha bi hezaran zarokên kurd ji ber pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiyê nayê çareserkirin li çiyê ne. Serokwezir Recep Tayyip Erdogan me dixapîne. Tenê di dema hilbijartinê de behsa aştiyê dike. Em wekhevî, edalet û aştiyê dixwazin. 2 kurê min ji bo mafê xwe jiyana xwe ji dest dan. 2 kurê min jî niha girtî ne. Dewlet me dixapîne. Piştî me dixapîne bi balafiran bombeyan li ser serê me dibarîne. Zarokên min ji ber pêkanînên dewletê derketin çiyê. Dewlet ne samimî ye."

‘Gotin û kirin ne yek be çênabe'

Birayê endamê HPG'ê Mehmet Zulfikar Kaçmaz ê di 31'ê Kanûna 2012'an de li Liceyê di operasyona îmhayî de jiyana xwe ji dest da Nuri Kaçmaz jî anî ziman ku di demê dawî de der barê çareseriya pirsgirêka kurd de daxuyanî tên dayîn, lê gotin û kirin li dijî hev in. Kaçmaz, da zanîn ku helwesta hikûmetê helwesta xapandin û îmhayê ye û wiha got: "Ez nêsîkatiya hikûmetê samîmî nabînim. Ger ku samîmî û ji dil be divê berî her tiştî operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bike. Divê kuştinan bi dawî bike. Hîtler cuhî şewitandin û qetilkirin. Lê rastiya cûhiyan ji holê ranekir. Ji ber ku rastiyek û heqîqetek heye."

'Kurdbûna min sedema kuştina min e'

Kaçmaz anî ziman ku dewlet ji ber nasnamemya wan a kurdiyê wan dikuje û wiha got: "Ger ku em kurd bin ji bo me bikujin sedema herî mezin e. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî hişmendiya dewletê ya li hemberî kurdan bê guhertin."

'Ger ku hikûmet çareseriyê dixwaze bila operasyonan rawestîne'

Xalê HPG’î Mehmet Zulfikar Kaçmaz Kemal Kutlu jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ne samîmî ye û ger ku AKP aştiyê û çareseriyê dixwaze divê şer û operasyonên leşkeri rawestîne. Kaçmaz, da zanîn ku tu aliyê hikûmetê yê mirovahîyê tune û qetil dike.

Dayika 2 zarokên wê girtî Şukran Akboga jî diyar kir ku kurê wê Ramazan Akboga ji ber fikrên xwe rastî 22 sal ceza hatû 12 salin girtî ye û wiha got: "Kurê min Şiyar Akboga li Girtîgeha Tipa D a Amedê ye. Ger ku hikumet durist û samîmî be divê şer û operasyonan bi dawî bike. Li aliyekî hevditin li aliyekî din qirkirin çênabe."

'Her roj li ser serê me bombeyan dibarîne'

Dayika Mesut Pehlivan ku ji doza KCK'ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye, Garip Pehlivan jî anî ziman ku helwesta hikûmeta AKP'ê baweriyê nade wan û wiha got: "Dê li aliyekî behsa aştî û çareseriyê bike, li aliyê din li ser serê kurdan bombeyan bibarîne û operasyonên siyasî û leşkerî pêk bîne. Kurê min bi dawaza 26 sal ceza tê darizandin. Ger ku dewlet aştiyê dixwaze divê mafê kurdan qebûl bike û operasyonên siyasî û leşkerî rawestîne. Divê heqê kurdan bide wan."

(mae)