Huner karê wî ye,huner,karê,wî,ye

Huner karê wî ye

A+ A-

ALJÎN HEMO

KOBANÊ – Ji zaroktiya xwe ve bûye aşiqê hunerê, ji damezrênerê Koma Botan e. Helbest, awaz, tembûr û stran karê wî ye.

Ebdulîlah Sadûn ê 48 salî yek ji welatiyên Kantona Kobanê ye. Ev 18 sal in zewiciye, 5 zarokên wî heye (2 keç û 3 xort), hevsera wî Edla Reşîd e.

Ji zarokatiya xwe ve ji xebatên çandî û hunerî hez dikir. Hertim di bin bandora stran, awaz û helbestan de bû.

Di sala 1983’an de ew û hevalê xwe Mamed Temo hêza xwe ya hunerî dixin xizmeta gelê û Koma Stranan a bi navê Koma, ava kirin.

Di sala 1986’an de navê Koma Kobanê kirin Koma Botan. Ev nav jî vedigere Çiyayê Botanê yê li Bakurê Kurdistanê.

Piştî demekê, kar û xebatên wan ên di warê hunerê de pêşde dikevin. Wê demê gelek endamên din jî beşdarî komê dibin. Her ku diçe hejmara hunermendan zêde dibû. Piştî ku perwerdeyên xwe jî oraganîze dikirin, xebatên wan bêhitr xurt bûn û bi awayekî pisporî dihate meşandin.

EBDULÎLAH SADÛN-1

Ebdulîlah di sala 1985’an de dest bi nivîsandina helbestan û danîna awazên stranan kir. Yekemîn helbesta wî bi navê ‘Şev û roj qîrîn’ e. Helbest derbarê êş û azarên Kurdan de ye.

Ebdulîlah bi xwe helbestan dinvîse, bi xwe awazan jê re datîne û stranan jî dibêje. Wî derbarê berxwedaniya efsaneyî ya Kobanê de 3 helbestên cuda cuda nivîsand. Têde behsa lehengiya şervanên parsatina rûmet û azadiyê dike û balê dikşîne ser hovîtiya dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê.

Ebdulîlah li rex helbestên şoreşgerî û netewî, helbestên evîndarî jî dinivîse. Yek ji helbestên wî yên evîndarî yên navdar bi navê ‘Bese Dîlber’ e. Dizane li Tembûrê jî bide, lê kêm lê dide. Piraniya caran endamên nû perwerde dike.

Ebdulîlah Sadûn yek ji hunermendên Kobanê ku bi berhem û dîroka xwe ya hunerî navdar e. Heta niha zêdetirî 100 awaz daye Koma Botan, nêzî 15 helbestan jî him nivîsandiye û him jî awaz jêre daniye. Helbesta wî ya herî navdar ev e ‘Çi mezin in şehîdên me’.

Ji ber derfetên demê û madî wî nikarîbû heta niha berhemên xwe yên nivîskî di nava dîwanekê de kom bike ango çap bike.

(he)

ANHA


Bêjeyên Miftehî