Hunermend Armanc: Huner ji bo gel e, ne ji bo dewletê
OMER ÎKE
AMED (DÎHA) - Hunermendê kurd Armanc Turhan diyar kir ku pêwîste huner weke pergalek ya siyaseta qirêj neyê bikaranîn û bilêv kir ku divê huner ji bo gelan bê kirin, ne ji bo dewletê.
Hunermendê kurd Armanc Turhan da zanî ku ew ji Nisêbîna Mêrdînê ye û ew di zarokatiya we de bi stran û dengbêjên kurd mezin bûye. Hunermendê kurd Armanc destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên şerê qirêj ya dewleta tirk, di sala 1994'an de ji Îskenderuna Antakyayê derbasî Ewropayê bûye.
'Şerê çekdarî, huner jî germ kir'
Hunermende Armanc got ku di salên 1980'an de li Tirkiyeyê ji bo mûzîka kurdî xwedî kelecanek mezin bûye û wiha axivî: "Weke ciwanekê li Tirkiyê xwina me ji bo mûzîkê dikeliya. Lê belê ji ber polîtîkayên qirêj û zextên ser çanda kurdan me nedikarî çanda xwe pêşbixin, bi çanda xwe stranan bibêjin." Armanc diyar kir ku piştî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemleyek nû di sala 1984'an de dest bi şerê çekdarî kir, bi xwe re huner jî germ kir.
Ji bo gel huner
Turhan balkişand ser kesên ku bi hunerê re mijûl dibe û wiha pêde çû: "Demên borî hêjmara stranbêjên kurd ku bi hunerê, mijûl dibûn kêm bûn. Lê niha ev hêjmar gelek zêdeye. Bes hin kes bi rastî hunerê dikin an jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku li gorî çanda me, an jî kurdîtiya me hunerê nakin. Divê huner ji bo gel be ne ji bo dewletê. Ji bo hemû stranbêjan rêza min heye, lê divê ku stranbêj eslê xwe û ji kûrhatine ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan, di vî warî de divê bi cih bînin."
'Tiştên biyanî têxin nava mûzîkê'
Turhan kesên ku bi hunerê re mijûl dibin û hunera gelê xwe nakin wiha rêxne kir: "Gelek kes hene û ji xwe re dibêjin em hunermend an jî stranbêj in. Û dibêjin em hunermendên kurd in. Ev kes tiştên biyanî dixin di nava hunera me. Erebî, şerxî an jî ziman û çandê biyanî dixin di nava hunera me."
Turhan diyar kir ku pêwîste di hemû aliyan de çand û hunera kurdî pêş bê xistin û wiha domand: "Mînak weke ku li Amedê Navenda Çanda û Hunerê ya Cegerxwîn heye û perwerde tê dayin. Divê li hemû cihî dibistan û akademiyên muzîkê werin vekirin. Di rola hemû neteweyan de perwerde gelek girîng e. Divê em ne tenê bi ziman bi mejî jî bikaribin xwe pêş bixînin. Felsefe, hunera kurdî bixwînin û hemû tiştên ku di hunera kurdî de qewimîne bikaribîn bînîn ser ziman dê wê gavê tiştek gelek baş derkeve holê.
Pêwîste hemû perçe li çanda xwe xwedî derkevin
Armanc der barê Kongreya Netewî ya Kurd de jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Pêwiste demek ji demek zûtir hemû aliyên siyasî werin cem hev kombibin ji bo yekgirtin û darxistina kongreya netewî kurd xebat bidin meşandin. Hunermend Turhan bilêv kir ku gelek stranbêj û Hunermendên kurd hene ku pir bi madiyatê ve girêdayîne û pir madiyatî difikirin". Ji bo ku mirov jiyana xwe bidomîne hin tişt girîng e. Lê malê dinê ne her tişt e. Hunermend Armanc Turhan derbirî ku pêwiste li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêwîste xwedî li çand û hunera kurdî derkevin û yekgirtinek ya hunermedên kurd hebe. Em bi her aweyî beştarbûna xwe her çar parçeyan û dewletên biyanî, gelê me te de dijî beştariya xwe ji wan deran re jî bikin. Em yek bin û ji bo welatê xwe xebat bidin meşandin. Gelê me hîn ne azad e, em gelekî bindestin ji bo vê jî divê em xebatên gelek bi hêz bidin meşandin.
Êşên kurdan yên hatine kişandin
Turhan êşên gelê kurd kişandine jî bi bîrxist û wiha derbirî; "Gelê me gelek zor û zehmetî kişandin dilê dayikên me gelek şewitîn, mirov nikare ev tiştên ku kurd jiyan kirin bi peyvan bîne ziman". Hunermend Turhan bilêv kir ku karê ku dikeve li ser milê me divê bi her alî ve pêk bînin, ne tenê di warê hunerê de.
(lg/ça)