Hunermend û gel berê xwe dan Rojava
AMED/ÊLIH (DÎHA) - Hemû hunermend û xebatkarên sazî û dezgehên çandî yên Amedê li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê berê xwe dan Rojava. Hunermend Farqîn bang li hemû hêzên kurd ên birêxistin kir ku piştgirî bidin berxwedana Kobanê û nebin hevkarê vê wehşetê DAÎŞ'ê. Êlihiyên ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û li ser sînor nobetê bigirin ber bi navçeya Pirsûs a Riha yê ve derketin rê.
Hunermend û xebatkarên saziyên çandî yên hemû navçe û navenda Amedê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî Kantona Kobanê berê xwe dan Rojava. Hunermend û xebatkarên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, Konservatuara Aram Tîgran, Navenda Çanda Dîcle û Firatê, Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li ber avahiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn kom bûn û daxuyaniyek dan û piştî daxuyaniyê berê xwe dan Rojava. Hunermend Farqîn, Bulent Turan, Ayfer Duztaş, Meral Tekçî û bi dehan hunermend û xebatkarên saziyên çandî beşdarî daxuyaniyê bûn.
'Bêdengmayîn, hevkariya vê wehşetê ye'
Li ser navê hunermendan Farqîn daxuyanî xwend. Farqîn, diyar kir ku êrîşên çeteyên ku hêzên emperyalîst ên navteweyî û teşeronên wan ên herêmê piştgiriyê didin ên li ser dilê Şoreşa Rojava, Kobanê ne tesadûf in. Farqîn, destnîşan kir ku ev şoreşa ku pêk hatiye tirs û xofek xistiye dilê hêzên emperyalîstan ji ber vê jî dixwazin şoreşê bifetisînin û wiha axivî: "Ev hişmendiya çeteyan ya ku dixwaze bi xwînê dahatuya azad, wekhev û demoktatîk a mirovahiyê bi dest bixe, ji bo ku bigihije armanca xwe bi wehşeteke ku di dîrokê de tune ye tevdigere. Ew kes û hêzên ku li hemberî vê wehşetê bêdeng dimînin, di dîrokê de wek hevkarên vê wehşetê werin nîşandan."
'Ji bo her tiştî em amade ne'
Farqîn, anî ziman ku ew ji ber van sedeman dê li hemberî vê wehşetê bêdeng nemînin û nebin hevkarê vê sûcê û wiha berdewam kir: "Li ser bingeha 'Hunermend wijdana gelan in' em dixwazin bibêjin ku piştgiriya berxwedana Kobanê berpirsyariya me ya bingehîn û sincî ye. Em ji bo ku perbirsyariya xwe bi cih bînin ji bo her tiştî amade ne." Farqîn, di serî de bang li PDK'ê ew bangî hemû hêzên kurd ên birêxistinbûyî dikin ku bêyî tu hincetan nîşan bidin piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava û Kobanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû hêzên navneteweyî li hember van êrîşan bêdeng bimîne di dîrokê de wek hevkarên vê qirkirinê bibin." Piştî daxuyaniyê hunermendan bi sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Şehîd namirin" bi 6 minîbûsan berê xwe dan Rojava.
Êlihê ber bi sînorê Kobanê ve ketin rê
Di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (PHD) a Êlihê de ji bo xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin, 20 wesaît welatî çûn sînorê Kobanê. Welatî li ber avahiya Şaredariya Êlihê li hev kom bûn û li wesaîtan siwar bûn. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, endamên meclîsa giştî yên bajêr û endamên meclîsa şaredariyê ji di nav gelek welatî bi10 minibûs û 10 wesaîtên taybet ji Êlihê ber navçeya Pirsûs a Rihayê ve ketin rê. Welatiyên ji Êlihê çûn ser sînor, ji xwe re pêdiviyên xwe jî bi xwe re birin.
(kom/bd)