1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hunermendê nemir sibe tê bîranîn
Hunermendê nemir sibe tê bîranîn,hunermendê,nemir,sibe,tê,bîranîn

Hunermendê nemir sibe tê bîranîn

'Hemî adara hûn min hişyar kin, da bikime şînî bo me hemiyan"

A+ A-

Dildar Aryen, Qamişlo Hunermend Mehemed Şêxo ku bandorek mezin li ser muzîka kurdî çêkir û hesreta xwe ya dîtina Kurdistanek azad bi gotinên, “Gava ez mirim gelî zindiya, min neveşêrin weku hemiya, gora min çêkin li bin siya çiya, hemî Adaran hûnê min şiyar kin,

da bikime şênî bo me hemiya” di anîn ziman, wê sibe bê bibîranîn. Ev hesreta Şêxo îro bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk tê û ew bixwe jî di xebatên hunerê de tê jiyadin.

Hunermendê Kurd ê navdar Mehemed Şêxo, di 24’emîn salvegera mirina xwe de tê bibîranîn. Hunermendê ku gelek êş kişandin û li gel van êşên xwe êş û kederên welatê xwe, her wiha hesreta xwe ya welatekî azad di stranên xwe de anîn ziman, îro di şoreşa Rojava de tê jiyandin. Mehemed Şêxo ku di dilê hemû kurdan de cihê xwe girt, di sala 1948’an de li gundê Gîrbanîn ê girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dine.

Navê wî yê rastî Mehemed Salihê Şêxmûsê Ehmed e. Di zarokatiya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Di sala 1959´a de dest bi xwendinê dike, lê di sala 1967’an de, ji ber sedemên aborî û êşa çavên xwe dest ji xwendinê berdide. Şêxo di nava xwîşk û birayên xwe de yê herî mezin bû, lewre bi bavê xwe re, di nav zeviyên pembo û baxçeyan de kar dikir. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike û dibin bandora wan de dimîne. Di sala 1969’ê da dest bi dengbêjiyê kir û bi dengbêjan re tevlî şevbihurkan dibe.

Mehemed Şêxo ku gelek dibin bandora dengbêjî û folklore kurdî de dimîne, wê piştre ev nêzîkahiya xwe bi van gotinan bianiya ziman: “Hunermendê ku kevneşopiya folklor û dengbêjên welatê xwe ji xwe re neke hîm û ji wan bingeh nestîne, nikare hunereke temendirêj û dîrokî pêşkêşî gelê xwe bike."

ÇÛNA LUBNANÊ

Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnanê Beyrudê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsiddîn, Wedî' Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê girtin û demekê di nava koma muzîkê ya bi nave Serkeft de cîh digire.

Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û bi çend hevalên xwe re komek mozîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.

ÇÛNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Şêxo ji ber pêkutiyên rejîmê di dawiya sala 1972’yan de diçe başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi nave “Baxçê Gula” li vir çêdike. Mehemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin. Di sala 1973’yan de cara duyemîn diçe Bexdayê, xebata xwe ya muzîkê didomîne. Li vir di serî de “Gewrê” zêdetirî 10 sitranan tomar dike.

Êdî dengê hunermend, di radyoya dengê Kurdistan, Bexda û Kermanşahê de li çar perçeyên Kurdistanê dihat guhdarkirin. Di sala 1974’an de bi hunermendên kurd ên bi navûdeng Mehemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Şemal Saib, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî têkiliyan datîne. Di van salan de (1975) bandorê ji serhildana kurdan a bi pêşengiya Mustafa Barzanî digire û çend stranan dibêje.

ÇÛNA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana kurdan, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û pişti demekê li kampa penaberan dimîne, li Mahabatê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabatê li ser şopa Qazî Mehemed û Simko xebatan dimeşîne, lewre piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.

Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîmê alavên wî hemû desteser dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xort hînî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.

Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiribû, ji aliyê nêzî 70 hezar kesî oxirî rêça dawî hate kirin.

BANDORA MIHEMED ŞÊXO LI SER MÛZÎKA KURDÎ

Mehemed Şêxo ku di heman demê ji bo doza kurdayetiyê jî têdikoşiya, zêdetirî 110 stran çêkirin û 14 kaset tomar kirin. Bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Ji stranên wî yên herî binav û deng çendek ev in: “Ay lê Gulê, Ay Gewrê, Sînem, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Nalinêk

DAXWAZA WÎ TÊ BICÎHANÎN

Hunermendê ku hesreta wî dîtina Kurdistanek azad bû, ev hesreta xwe bi van gotinan anîbû ziman:

Gava ez mirim gelî zindiya

Min neveşêrin weku hemiya

Gora min çêkin li bin siya çiya

Kêlên min çekin ji du keziyan

Hemî Adaran hûnê min şiyar kin

Da bikime şênî bo me hemiya

Ev gotinên hunermendê navdar, li ser kêlê gora wî jî hatine nivîsandin.

Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê re, di warê hunerê de jî, bi danahevên demên borî gavên girîng hatin avêtin. Yek ji van danahevan jî ked û berhemên hunermendê nemir Mehemed Şêxo ne. Lewre jî, bi armanca xwedîderketina li berhemên û jiyandina bîranîna wî, li Qamişlo bi navê “Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo” navenda çandê hatiye vekirin. Li vê navendê hemû stranên Şêxo hatine komkirin.

Navenda çandê armanc dike ku di serî de amûrên muzîkê hemû berhem û tiştên aydî Şêxo kom bike û li navendê liser navê wî muzeyekê veke. Her wiha bi tevlîbûna Yekîtiya Hunermendan xebatên koroyek ku ji 65 kesan pêk tê û wê tenê stranên Mehemed Şêxo bêje, têne meşandin.

‘EMÊ WÎ BIDIN JIYANDIN’

Rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo Gulbahar Mehemed, destnîşan kir ku Mehemed Şêxo ji hunera kurdî gelek tişt kirine, terzek afirandiye û ew dixwazin vana bidin jiyandin, lewre jî li ser nave wî navenda çandê vekirine. Mehemed, anî ziman ku Şêxo di heman demê te şervanekî azadiyê bûye û wiha got: “Ev yek jî bi stranên xwe anîne ziman. Di starên xwe de êş, keder û hesreta xwe tîne ziman. Niha şoreş pêk tê û daxwaza wî bicîh tê. Em dixwazin bi vê yekê wî bidin jiyandin û zindî bikin.”

BIRAYÊ ŞÊXO: MIROVEKÎ GELEKÎ DILNIZM BÛ

Birayê Mehemed Şêxo Hecî Hemîd Şêxo jî diyar kir ku birayê wî kesekî dilnizm bû, bi zarokan re zarok, bi mezin re jî mezin bû û ji aliyê hemû kesî ve gelekî dihat heskirin. Hemîd Şêxo, anî ziman ku Şêxo tu caran ji bo şexsê xwe tiştek ne fikiriye, azadî hesretda wî bû û got: “Niha şoreşek tê jiyandin. Ger ku niha Şêxo bijiya, xwedê dizane ka wê çiqas keyfxweş bûya.” Hemîd Şêxo xebatên ku li ser navê Mehemed Şêxo tên meşandin jî pir girîng dîtin û anî ziman ku niha wekî malbatê cihekê wan di nava civakê de hebe jî, ev bi saya Mehemed Şêxo ye. Hemîd Şêxo, xwest ku hunermend ji bo bîranîna Mehemed Şêxo xebatek hîn kûr û berfirehtir bimeşînin. Hemîd, got ku ew dixwazin di pêşerojê de hemû tiştên aydê Şêxo kom bikin.

SIBE TÊ BIBÎRANÎN

Bi minasebeta salvegera mirina Şêxo, wê sibe bernameya bîranînê bê lidarxistin. Bername wê saet di 11.00’an de bi ziyareta gora Şêxo destpê bike. Piştre wê li Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo bernameya bîranînê bê lidarxistin. Di bernameyê de wê li ser jiyana Şêxo sînevîzyonek bê pêşandan û koroyek ku ji 20 kesan pêk tê, stranên Şêxo bêje.