Hunermendên cîhanê ji bo Gezî tên cem hev
STENBOL 22.06.2013 07:42:28 Bi hevkariya organîzasyona bi navê ‘Ji bo guherînê 100 hezar hunermend’ ya li seranserê cîhanê faliyetê dimeşînin re, şahiya ‘Bi sedhezaran hunermed ji bo sembola berxwedana Parqa Gezî bi hunera xwe li qadane’ dest pê dike.
Bernameya îro dest pê kir, her hefte rojên şemiyan li her der cîhanê ji bo bê domandin hat plankirin. Hunermendên biryara pêkanîna bernameyê dane, dema projeya xwe bi koordinatorê şahiyê re parvekirine, tê plankirin û hemû agahî û dîmenên dawiya şahiyê di malperên projeyê de bê parvekirin. Koordînatorên şahiyê Vedat Zar û Derya Yuksek e.
Ji boş ahiyê ji bo hemû hunermendan metna bangê hat weşandin. Di bangê de berxwedan Geziyê û erîşên der barê vê de hatin bibîrxistin. Di bangê de hat diyar kirin ku huner wek rêbazeke berxwedanê de di protestoyan de cih girtiye û wiha hat gotin: “Ji dansa Semayê bigire, heta baleyê û performansan, ji muzîkê heta wêje û mîzahê gelek formên hunerê tên cem hev. Di dema berxwedanê de sansur û zextên li ser çapemeniya netewî pêk tê, amûra herî baş ya ku têkiliya hunerê bi mirovan re ava dike careke din nîşan dide.
Di berdewamiya metê de ev bang hat kirin: “Nih wek hunermedên cîhanê ji bo kul i dijî zext û zilman li ser mirovan bê rawestandin, dem dema serî rakirinê ye. Hadî em qadan, kolanan bi dilê xwe û hunera xwe tije bikin. Em vê tevgerê li cîhanê biguherîn karnavalê. Bi hunera xwe bibin dengê gel. Ji bo guherîn û pêşeroja nû ya cîhanê bit eşe bikin hadî em biçin qadan, em biçin hunerê.
Şahî dikare li ser malpera www.100binsanatci.org ile www.100tpc.org web bê şopandin.