1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hunermendên kurd we ji bo azadiya Ocalan derî bi derî bigerin
Hunermendên kurd we ji bo azadiya Ocalan derî bi derî bigerin,hunermendên,kurd,we,ji,bo,azadiya,ocalan,derî,bi,derî,bigerin

Hunermendên kurd we ji bo azadiya Ocalan derî bi derî bigerin

A+ A-

MÊRSÎN (DÎHA) - Hunermendên NÇM'ê, di çarçoveya kampanaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wê bi estruman û kincên xwe yên gelerî mal bi mal bigerin. Hunermandan diyar kirin ku, heta Ocalan azad bibe wê xabatên xwe bimeşînin.

Hunermendên Navenda Çand û Hunera Mezopotamyayê (NÇM) di çarçoveya kampanaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wê bi estruman û kincên xwe yên gelerî mal bi mal bigerin û ji bo azadiya Ocalan îmze berhev bikin. Hînkerênn şanoyê yên NÇM'ê diyar kirin ku ew dê hunerê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî çekek bi tesîr bikarbînin. Hînkera şanoyê Serfiraz Beyazgul destnîşan kir ku di gelek pêvajoyek hessas de derbas dibin û ew jî dixwazin ji aliyê xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê. Beyazgul, got ku bi dirûşma "Hunermend ji bo azadiya Rêber dimeşin" wê derkevin kolanan û dê piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyê. Beyazgul, anî ziman ku li gel vê çalakiyê dê bi panel, civîn, konser û şanoyê derkevin pêşberî gel û wiha domand: "Meşa hunermandan ya bi gel re, wê wêrekiyê bide civakê. Em ê tevgera PKK'ê bi hunerê ji gel re vebêjin. Pêşiyê wekî heremên pîlot em, dê xabatan li navçeyên Toroslar û Akdenîzê bimeşînin. Her wiha ji bo destpêkê em dê li taxên Demîrtaş, Yanîpazar, Şefketsumer, Çay, Çîlek û Ozgurluk xebatan bimeşînin. Em ê bi hemû kesî re biaxivin û ji wan re hevdîtinan bikin."

Xebatkarê NÇM'ê Ercan Ece jî got ku lazime ciwan bi gotina Ocalan ya "Me ciwantî destpê kir, em ê ciwantî biqedînin" têkevin jiyanê û got ku di têkoşîna 30 salan de ciwan xwedî cihek gelek girîngin. Ece, destnîşan kir ku ji bo rê li ber şer bê girtin, pêwîste ciwan xwedî hişmendiyek baş bin.

Ece, ciwan ji ber ku têrê xwedî nasnameya xwe dernakevin rexne kir û wiha pêde çû: "Li Mêrsînê bi taybet jî li taxên kurd lê dijîn, ji ber polîtîkayên pergalê tiryak û fihuş gelek pêşve çûye. Dewlet hêj jî ji ciwana ditirse. Eger Rêber Apo ev qas girîngî ji ciwanan re dabe, sedama wê jî ev hêza ciwanan e.

Xebatkar Berîvan Gulay Şen jî got ku aktorê pêvajoyê yê sereke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û da zanîn ku ji bo Ocalan bikaribe rola xwe bilîze, divê ew azad be. Şen, bilêv kir ku ji bo wan dest bi vê xebatê kirine û wê ji bo azadiya Ocalan li hemû taxan çalakiyan lidar bixin. Şen, her wiha anî ziman ku ev xabata wan di haman demê de wekî rexnedayînekê ye û got ku heta Ocalan azad be dê xebatên xwe bidomînin.

(lg)