Hunermendên Êzidî amadekariya konferansekê dikin
Platforma Hunermendên Êzidî, bi dirûşmeya ‘serkeftina hunerê ji rêxistibûnê derbas dibe’ 2’emîn konferansa xwe çêdike. Konferansa ku dê di yekê Gulanê de li bajarê Celle a Almanyayê pêk were, ji Belçîka, Hollanda, Danîmarka, Alman û gelek cihên din dê hunermendên Êzîdî tevlî bibin.
Berdevkê Platforma Hunermendên Êzdî Xemdar der barê amadekariyên konferansê de agahî da û got: “Armanca konferansa me ew e ku hemû hunermendên çar parçeyên welat bînin cem hev. Bi vê armancê xebatên me li Başûr, Rojava û Kafkasyayê pêk anîn, rastî bertekên erênî hat. Dê konferansek berfireh be. Di vê konferansê de em dê xebatên xwe yên salekê li ber çavan derbas bikin.
Xemdar di berdewamiya axaftian xwe de da zanîn ku pêvajoya ku Birêz Ocalan jî daye destpêkirin dê heta dawiyê piştgiriyê bidinê û got:
“Pêvajoyek nû dest pêkir. Em rewşenbîr, hunermend, nivîskar, akademîsyen çi bike ser me em amade ne. Der barê pêvajoyê de em bi gel re civîna çêdikin û agahdar dikin. Em hemû hunermendên êzdî vexwendiyê vê konferansê dikin. Federasyona Êzdiyan, TEV-ÇAND jî tevli dibe. Ji bo Televîzyona me amadekariyên me yên derxistina koroyê hene. Plana eve kul i her çar parçeyê Kurdistanê konser bê dayîn. Nêzî 65 endamên Platforma Hunermendê Êzdî hene. Konferansa me di yekê Gulanê de li bajarê Celle li Mala Êzdiyan saet di 10.00’an dê pêk were. Yên têkilidar dixwazin xwe bi vê tlefonê bigihinin me: 0178 534 25 02