1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Hunermendên şoreşger hatin bibîranîn
Hunermendên şoreşger hatin bibîranîn,hunermendên,şoreşger,hatin,bibîranîn

Hunermendên şoreşger hatin bibîranîn

Hunermendên kurd û gerîlayên PKK'ê Hozan Serhat û Elî Temel bi şahiyek ji aliyê Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê ve hatî amedekirin hatin bibîranîn

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hunermendên kurd û gerîlayên PKK'ê Hozan Serhat û Elî Temel bi şahiyek ji aliyê Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê ve hatî amedekirin hatin bibîranîn.

Hunermendên şoreşger Hozan Serhat û Elî Temel bi şahiyekê hatin bîranîn. Serhat di sala 1999'an li Colemêrgê û Elî Temel di sala 1994'an de, di şerê navbera gerîlayên PKK'ê û leşkeran de jiyana xwe ji dest dan. Şahiya bîranînê bi pêşnegiya Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê li baxçeyê avahiya wê hat lidarxistin.

Di qada şahiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Elî Temel, Hozan Serhat, cangoriyên azadiyê yên di girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dane, alên PKK û KCK, pankarta "Şehîdên me paşeroj, roja me û pêşeroja me ne" hatin daliqandin.

Di şahiyê de xwişka Mazlum Dogan, Serap Dogan axivî û diyar kir ku ew bi keda kesên jiyana xwe ji dest dane hatine vê rojê û tekoşîna kurd ketiye rojeva cîhanê. Piştî axaftinan sînevziyona li ser jiyana Serhat û Temel hatibû amadekirin hat pêşandan.

Şahî bi stranên hunermendên Navneda Dîcle û Firatê dawî bû.

(byt-ek/wk)