1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hê jî Salih Mûslim derbasî Başûr nebûye
Hê jî Salih Mûslim derbasî Başûr nebûye,hê,jî,salih,mûslim,derbasî,başûr,nebûye

Hê jî Salih Mûslim derbasî Başûr nebûye

A+ A-

11:23 24.10.2013

MİHEMED TAHİR

HEWLÊR (DÎHA) – Duh Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di daxuyaniyekê de ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistan Federal destûr nedaye Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim derbasî Herêma Kurdistana Federal bibe. Di vê derbarê de nûnerê PYD’ê ragihand ku hê jî Salih Mûslim derbasî Başûr nebûye.

Duh Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku qedexekirina derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim a di riya Başûrê Kurdistanê re li hember pêvajoyê bê berpirsyarî ye û ev yek dibe asteng li pêşiya yekîtiya gelê Kurd. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de helwesta Herêma Kurdistana Federal şermezar kiribû û ragihandibû ti bihaneyek ji bo vê qedexeyê nîne. Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) û rêveberê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî di daxuyaniyekê de ji Ronahî TV re ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal ji 17’ê Cotmehê ve rê nade ku Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîka (PYD) Salih Muslim derbasî Herêma Kurdistanê bibe û ji bo ji wir karên xwe yên dîplomasî berdewam bike.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ev helwest helwestek ne berpirsyareneye û dixwazin bi vê yekê qada xebatên PYD’ê ji aliyê diplomasiyê ve yên li welatên Ewrûpa û cîhanê tengav bikin. Xelîl di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan ev nûçe belav nekiribû daku pirsigirêk di têkîliyên navbera aliyên Kurdî de dirust nebin. Nûnerê PYD’ê li Herêma Kurdistana Federal Dr. Cafer Henan ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku hê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr nedaye ku hevserokê PYD’ê derbasî Başûr bibe. Piştî kurê Hevserokê PYD’ê Şervan Salih Mûslim di şerê li herêma Çilaxa ya Rojava de jiyana xwe ji dest dabû. Hevserokê PYD’ê ji bo tevlî taziya kurê xwe bibe, ji Hewlêrê derbasî Qamişlo bibû û li wir sersaxî qebûl dikir.

(mae)