Hêjmara leşkerên dimirin zêde dibin
Hêjmara leşkerên ku dimirin zêde dibin: 5 leşker mirin
Hêjmara leşkerên ku di teqinên ku di navbera gundên Nehrî û Gergetê de pêk hatin her ku diçe zêde dibe. Ewil gotin 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, niha jî hêjmar derxistin 5 leşkeran. Leşkerên birîndar jî ji 4 kesan derxistin 7 kesan.
5Duh dema konvoya leşkerî di navbera gundê Nehrî û Gergetê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê re derbas dibû 4 teqîn li ser hev pêk hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî, di rêya navbera gundên Nehrî û Gergetê de dema konvoya leşkerî derbas dibû, 4 teqînên mezin pêk hatin û gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan û gelek leker jî birîndar bûn. Piştî teqînan şer dest pê kir. Ewil rayedarên fermî diyar kirin ku 2 leşker, pişt re gotin 4 leşker niha jî hêjmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane derxistin 5'an. Rayedarên ku hêjmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane ji Tirkiyeyê vedişêrin saet bi saet hêjmarê zêde dikin. Li gorî gahiyên dawî hate diyarkirin ku 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 7 leşker jî birîndar bûn.
(mae)