1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Hêjmara leşkerên kuştî pir zêde ye"
"Hêjmara leşkerên kuştî pir zêde ye",hêjmara,leşkerên,kuştî,pir,zêde,ye

"Hêjmara leşkerên kuştî pir zêde ye"

Çavkaniyên Herêmê: Hêjmara leşkerên kuştî pir zêde ye

A+ A-

Endamên HPG'ê li dijî Qereqola Cendireyan a Oramarê hemwext êrîşên çekdarî pêk anîn. Di êrîşên çekdarî de li gorî rayedarên fermî hate diyarkirin ku 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 16 leşker jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêmî jî hate diyarkirin ku hêjmara leşkerên mirî pir zêde ne. Hate zanîn ku li 5 nokteyên cuda operasyon hatin destpêkirin.

Endamên HPG'ê di saetên serê sibê de li herêma Oremarê ya di navbera Şemzînan û Geverê de dimîne êrîşên hemwext pêk anîn. Di êrîşa li dijî Qereqola Oremarê de li gorî daxuyaniyên rayedarên fermî 8 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 16 leşker ji birîndar bûn. Endamên HPG'ê di heman saetê de li dijî qereqolên Cendirmeyan ên Şitazin, Serpil, Belkis û Gorangê, Rubarok, Girane, Bezelê û Rûbarokê êrîşên çekdarî pêk anî. Piştî êrîşan rayedarên fermî diyar kirin ku 8 leşker mirin û 16 leşker birîndar bûn. Lê çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li herêma Şitazinê hêjmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane 30 leşker in û operasyonek berfireh hatiye destpêkirin. Çavkaniyên herêmî anîn ziman ku leşker û polîs bi helîkopteran tên sewqkirin û herêm tê bombekirin.

Welatiyan anîn ziman ku leşkerên birîndar bi helikopteran dişînin Kişlaya Fatihê û ji wir jî bi ambulansan dişînin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê. Hin çavkaniyan jî anîn ziman ku gelek leşker şandin Wanê. Welatiyan diyar kirin ku welatiyên bi navê Nurettin Renda, Reşat Renda û gelek welatiyên din agahî ji wan nayê girtin.

Li aliyê din Serfermandarê Giştî Necdet Ozel, Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naim Şahin û Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay jî çûn herêmê.

(mae)