Hêjmara rûniştvanên Iraq û Herêma Kurdistanê gihişt 41 milyonî
SİLÊMANÎ / ROJNEWS
Wezareta plandanînê ya Iraqê eşkere kir ku hêjmara rûniştvanên Iraqê gihiştiye 36 milyonî û ya Herêma Kurdistanê nêzî 5 milyonane.
Wezareta plandanînê ya Iraqê derbarê hêjmara rûniştvanên Iraq û Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Li gor rapora salane ya Dezgeha Statîstîka Navendî, hêjmara rûniştvanên Iraqê li sala 2014’an gihiştiye 36 milyonan. Rêjeya regeza nêr sedî 51 e û hêjmara wan jî 18 milyon û 319 kes in. Hêjmara regeza mê jî sedî 49 e û bi giştî 18 milyon û 685 kes in.
Di raporê tê gotin ku hêjmara herî zêde ya welatiyan li paytext Bexdayê dijîn û ew jî 7 milyon û 665 kes in. Parêzgeha Neynewa di pileya duyemîn de tê û hêjmara wê 3 milyon û 500 hezar kes in. Hêjmara rûniştvanên parêzgeha Besra jî 2 milyon û 750 hezar kes in.
Di derbarê hêjmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê de jî tê gotin ku Herêma Kurdistanê ji 3 parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê pêktê. Li sala 2014’an hêjmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê jî gihiştiye 5 milyon welatiyan. Di wê raporê de Helebce weke parêzgeh nehatiye binav kirin û Kerkûk jî wek parêzgeheke Iraqê hatiye binavkirin.
Li gor wê raporê hêjmara rûniştvanên parêzgeha Kerkûkê jî milyonek û 500 hezar kese. Hêjmara rûniştvanên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî nehatine eşkere kirin
(rn)