Hêjmara şehîdên komkûjiya Zergegel gihişt 9´an
A+
A-
NAVENDA NÛÇEYA / ROJNEWS
Balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibehê gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Hêjmara şehîdên komkûjiyê jî gihişt 9 kesan.
Nûçegehanê RojNewsê ji herêma şer ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê saet derdora 04.00’an gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de heta niha 9 welatiên sivîl şehîd bûne û 15 welatî jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Tê gotin ji ber hêjmara zêde ya birîndaran, dibe ku hêjmara şehîdan zêdetir bibe.
Berî kêliyekê welatiyek din ê bi navê Mihemed Emîn ku birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Navê gundiyên şehîd bûne wiha ne: Mihemed Emîn, Necîb, Salih, Karûx, Hemîne (Emîne), Pîro, Eyşê, Abdulqadir û Nedîm.
Bêjeyên Miftehî hêjmara,şehîdên,komkûjiya,zergegel,gihişt,9,an