Hêjmartina dengan li Îranê dest pê kir
NAVENDA NÛÇEYAN
Duh xelkê Îranê çûne ser sindoqan û ji bo parlamentoyê û Meclîsa Xubrigan dengê xwe bikar anîn. Hat ragihandin ku nêzî 54 milyon û 900 hezar kesî dikarîn dengê xwe bikar bînin lê zêdetirî 32 milyon kesan dengê xwe bikar anîne.
Duh xelkê Îranê ji bo nûnerên xwe de parlamento 290 kursî û Meclîsa Xubrîgan (Pisporên olî) 88 kursiyan de diyar bikin, çûne ser sindoqan. Zêdetirî 32 milyon kesî dengê xwe bikar anîn. Ji ber zêdebûna elaqeya xelkê dema dengdayînê şevê din heta seat 23:00’an bi taybet li Tehranê hat dirêjkirin.
Hilbijartinên Îranê yên duh bi awayekî bû reqabeta di navbera kesên reformîst û muhafezekar. Du rêberên reformîstan ku di hepsa malê de ne xwestin ku ji wan re sindoq were malê û bi vî awayî dengê xwe dan. Lê belê rêberê din ê refomîstan Mehdî Kerûbî li gel ku xwestibû sindoqek biçe mala wî lê belê ev daxwaz wî pêk nehat û nekarî dengê xwe bide.
Li gor encamên dawî heta vê serê sibê yên ne fermî dîsa lîsteya kesên muhafezekar li pêşe. Hêjmartina dengan hêjî berdewam dike û tê îdia kirin ku dibe li hinek bajarên mezin hilbijartina biçe merheleya duyemîn. Ji niha ve malperên ser bi artêş û muhafezekar serketina xwe di gelek bajaran de radigênin wek ku encam ji berê ve diyar kirine.
Li bajarên Kurdistanê jî xelk ji bo nûnerên xwe yên Kurd derxin çûne ser sindoqan. Bi taybet rewşa bajarê Urmiyê ji bo Kurdên wir girînge ji ber ku namzedên Kurd bi namzedên Azerî û yên muhafezekar re reqabetê dikin.
Îro ji ber hêjmartina dengan li gelek dibistanan, hinek dibistan li seranserî Îranê di betlanê de ne.
(ge)