1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêviya AKP’ê hêzên pramilîter e
Hêviya AKP’ê hêzên pramilîter e,hêviya,akp,ê,hêzên,pramilîter,e

Hêviya AKP’ê hêzên pramilîter e

Yekîneyên paramîlîter li herêma Şêx Xima operasyonan li dar dixe

A+ A-

Hişyar Barzan Şerefhanoglu Bedlîs - Hat ragihandin ku li derdora gundên girêdayî navenda Bedlîsê û navçeya wê Xîzanê yekîne taybet ên ku jêre “panterler” tê gotin digerin. Hate zanîn ku ev yekîne li herêma Şêx Xima operasyonan li dar dixe. Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Hûsamettîn Zenderlîoglû diyar kir ku AKP dixwaze konsepta şerê salên 90’an bîne roja me ya îro. Zenderlîoglû got; “AKP xeletiyên dîrokî dike.”

Yekîneyên taybet ên li beriya çend rojan li Dêrsimê gundiyan bi şewitandina malan tehdîd kirin, li gundên Mûş, Amed û Sêrtê jî dest bi zextan kirin. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê di salaên 1990’yan de li çareseriyê digere.

Di salên 90’an de li Bakûrê Kurdistanê ji ber ku artêşa Tirk piştgiriya gelê herêmê wenda kir, dest bi rêbazên şerê taybet kir û di vê çarçoveyê de tîmên taybet, artêşa taybet ava kir û di encama vê yekê de bi hezaran gund hatin valakirin û nêzî 17 hezar kes bûn kuştinên kiryar nediyar. Di van rojên dawiyê de rewşa niha zêde ji ya salên 90’an cûda nîne.

Parlementerê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû bal kişand ser van pêkhateyên yekîneyên taybet û diyar kir ku beriya niha jî ji navçe û gundên Beldîsê giliyên yekîneyên leşkerî yên nenasn ji wan re hatine.

Zenderlîoglû da zanîn ku ev gilî bi taybet ji gundên navenda Bedlîsê û derdora navçeya Xîzanê hatine û ragihand ku tê gotin ku navê vê yekîneyê “panter” e. Zenderlîoglû da zanîn ku li gorî agahiyên wan girtine, ev yekîneyên girêdayî Tevgera Taybet a Cendirmeyan li herêma Şêxciam operasyonan ali dar dixin. Zenderlîoglû diyar kir ku AKP dixwaze konsepta şerê salên 90’an bîne roja me ya îro. Zenderlîoglû got; “AKP xeletiyên dîrokî dike.”

Zenderîloglû destnîşan kir ku ger AKP pirsgirêak Kurd a siyasî ye bi rêbazên aşitiyane çareser neke, dê weke hikûmetên DYP û ANAP’ê ji dîroka siyasetê derbikevin û got; “ Hovîtiya tîmên taybet û artêşa taybet hîna jî di bîra mirovan de ye, hukûmeta AKP’ê jî helwesteke wiha nîşan dide. Ji ber vê jî ev hukûmeta AKP’ê û serkêşê wê Serokwezîr Erdogan ên ku êşan bi gelê Kurd didin kişandin, dê biçin selikên gelaşê yên dîrokê.”

LI HERÊMÊ YEKÎNEYÊN KONTRA

Nav û herêmên ku ev yekîneyên taybetên ên ku xebatên kontralyî li herêmê dimeşînin wiha ne: Semsûr Kılıçlar, Çewlik Pumalar, Bedlîs Panterler, Amed Roketler, Erzirom Çelikler, Dêrsîm Şahinler, Mûş Kılıçlar, Colemêrg Efeler û Fatihler, Şirnex Meleter, Hatay Arslanlar, Elezîz Akıncılar, Mêrdîn Yîgîtler, Tokat Akıncılar Wan Oguzlar”

ANF NEWS AGENCY