1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêviya gelê Şengalê gerîla ye
Hêviya gelê Şengalê gerîla ye,hêviya,gelê,şengalê,gerîla,ye

Hêviya gelê Şengalê gerîla ye

Yekane hêviya Êzidiyên li Şengalê ji bo jiyanê li ber xwe didin û li çiyê dijîn, gerîla ye

A+ A-

ŞENGAL - ESTER AŞMÎ / ANF Yekane hêviya Êzidiyên li Şengalê ji bo jiyanê li ber xwe didin û li çiyê dijîn, gerîla ye. Civata Êzidî ya komkujiya çeteyên DAIŞ'ê dît got, "Yekane sedema jiyana me ya 10 mehan a li çiyê û neterikandina Şengalê, hebûn û hêviya gerîla ye."

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, civata Êzidî ya di 3'ê Tebaxa 2014'an de li êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê rast hat, ji bo jiyana xwe bidomîne li ber xwe dide. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê û meşandin operasyona rizgarkirina Şengalê, sedema herî mezin a mayîna gel li çiyayê Şengalê ye. Gelê ku li cihê herî bilind ê Çiyayê Şengalê li herêma Çilmêranê dijî, diyar dikin ku ew bi hebûna gerîla re li vir in û gotin, "Yekane sedema jiyana me ya li vir gerîla ye."

'SEDEMA TÊKOŞÎNA GEL A LI ÇIYÊ GERÎLA YE'

Halît Hesen ê li çiyayê Çilmêranê dijî got, "Dema em ji komkujiyê reviyan, me xwe li herêma herî bilind a çiyayê Şengalê li Çilmêranê girtin. Ji ber ku me bihîst ku yên li vê derê parastinê dikin hêzên gerîla ne. Eger gerîla li Şengalê nebûna, em kêliyekê jî li vir nedibûn. Yekane hêza me ya parastinê gerîlayên HPG û YJA Starê ne. Naxwe em nikaribûn deqeyekê jî li Şengalê biman."

Hesen bal kişand ser xêrxwaziya gerîla û bandora jiyana wan û got, "Bi gerîla re em li cihê pîroz Çilmêran e. Ev çiya cihê me yê Pîroz e. Niha li vê derê em bi gerîla re dijîn. Li vê derê me diparêzin. Jiyana wan gelekî bandorê li me dike. Li vê derê ji her alî ve alîkariyê didin me."

'HÊZÊN GERÎLA LI ŞENGALÊ NEMÎNIN, GEL JÎ NAMÎNE'

Bezê Hecî yê bi 7 zarokên xwe re tevî şert û mercên zehmet li Çiyayê Şengalê dijî û 2 kurên wî di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr girtî ye, destnîşan kir ku ew bi hêviya gerîla Êzidiyan rizgar bike, dijîn. Hecî got, "Dema ferman rabû, em li gundê Solakê bûn. Dema DAIŞ'ê avêt ser gund, zarokên me, çekên me û her tiştên me bi xwe re birin. Me bi zorê xwe rizgar kir û gihand çiyê. Niha em li herêma herî bilind a Çiyayê Şengalê li Çilmêran e."

Hecî bal kişand ser alîkariya gerîla dide gel û destnîşan kir ku gerîla hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve alîkariyê didin gel.

Hecî got, "Gerîla ji her alî ve alîkariyê didin me. Zarokên me rizgar kirin. Xwarin, vexwarin ji me re anîn. Niha bi şev û roj ewlekariya civata me ya Êzidî dikin." Hecî destnîşan kir ku eger hêzên gerîla li Şengalê nemînin, gel jî wê nemîne.

'GERÎLA VEGUHERÎ HÊVIYA GEL'

Hesen Omer anî ziman ku ji ber hebûna gerîla ya li Şengalê ew gelekî kêfxweş in û got, "Dema ferman rabû, gerîla hatin Şengalê em parastin. Gerîlayan extiyarên me danîn ser pişta xwe û derxistin çiyê. Em niha li cihê herî bilind ê Çiyayê Şengalê li Çilmêranê ne. Yên em ji komkujiyê parastin, gerîla ne." Omer destnîşan kir ku ew bi hêviya gerîla dide wan, li Şengalê ne.