Hêvî di hizmeta jinan de xebatên xwe dimeşî ne
08:41 11.02.2014 ÊLIH (DÎHA) - Atolye Hêvî ya şaredariya Êlihê bi salan in, ji bo jinan di fealiyetê de xabatên xwe dimeşîne. Koordînatora atolyeya Hêviyê Gurbet Naz, diyar kir ku armanaca wan a sereke ewe ku jinê ji feraseta koledariyê rizgarbikin û firsateke pîşetiyê bidin wan.
Atolye Hêvî ya şaredariya Êlihê bi salan ku ji bo jinan di fealiyetê de ye îsal jî xabatên xwe dimeşî ne. Atolyeya Hêvî ku di sala 2011 de di bingeha şaredariya Êlihê li taxa petrolkentê de hatiye avakirin ev 3 sale ku ji bo jinan di faliyetê de ye û heya niha nezî 300 jinan desturyar kiriye. Faliyetên atolyeya Hêvî bi salan ku di beşên wek kuanfor, dirûn, xalîçrês û destkarî yê qursan dida jinan îsal jî di wan beşan de 49 jinan erkdar kirin. Koordînatora atolyeya Hêviyê Gurbet Naz diyar kir ku armanca avakirina atolya Hêvî ewe ku jin, jî alî aboriyê û di nava civakê de bi hişmedilaya zayenda xwe bibin. Naz, anî ziman ku dema ku bi gelemperî li hebûna jinê dinerin jin ji alî aboriyê de gelek bindestin û wiha got:" Jin dema ku ji alî aboriyê ve kemasiyê diminin bindest bibe her wiha ji alî civakê ji rastî bindestiyeke mezin tê û wiha got:" Armanaca me ya sereke ewe ku ya jinê jî feraseta zihniyeta koletiyê rizgarbikin û firsateke pîşetiyê bidin wan û bila li ser piyên xwe bisekirnin".
'Jin ji jiyana civakî durin'
Naz, destnîşan kir ku jin jî jiyana civakî pir dûrin û tên asteng kirin û wiha got:" Dema ku em jiyana îro dinerin jin di nava civakê de bêqedîr e û di nava şerd û mercên xerap te tên jiyandin hertim rastî destdirêjî, destavêtin û liyaqî tundiyan tên her wiha bi darê zorê tên zewicandin em bi salan e ku li hember van tundiyan têkoşînên cur bi cur dimeşinin yek ji wan jî avakirina atolye ya Hêviye. Armanca me ewe ku jinê tevlî kar û xabatan bikin û di nava civakê de awirên li ser jinê bidin guherandin ji vê yekê jî atolyeya Hêvî gavek e gîring e".
Naz, bi lêv kir ku di fealiyeta atolya Hêvî de jî xeynî pîşeytiyê jinên ku tên atolyê semînerên zayendî didin jinan, fêrî jiyana civakî û di hikukê de mafê jinan jî tên hinkirin.
jin xwe li atolya Hêviyê azad dibinin
Şargirta waneya beşa kuanforê Zeynep Ozturk jî anî ziman ku ev 2 mehe tê beşa kuanforê û ji bo bêşerojê xwe hînê pişeya kuanforê dikê. Ozturt, got ku dema ku serfitika xwe bistine dikare ji xwe re dikkaneke kuanforê avabike û aboriya xwe bi xwe bidest bixe.
Pirşt re şargira beşa xalîçrês Tabîa Baykara jî wiha bi lêv kir ku ew bi salan e tê atolya Hêvî û tu zahmetî nakişinin dema ku ew tê atolya yê xwe azad his dike. Baykara diyar kir ku avakirina atolyê ji bo hizmeta jinan pir baş e.
(ho/my)