1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Hêvîkirina ji Erdogan safitî ye"
"Hêvîkirina ji Erdogan safitî ye",hêvîkirina,ji,erdogan,safitî,ye

"Hêvîkirina ji Erdogan safitî ye"

Demirtaş: Hêvîkirina ji Erdogan safitî ye, mîna AKPê fikirîn e!..

A+ A-

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş got; “Di dîroka komarê de ya ku herî zêde asîmlasyona binkol bi kar tîne AKP ye” û berdewam kir; “Her kî ji Serokezîr bi hêvî be, ev yek safitî ye, weke AKP’ê dihizire.”

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya serdanên xwe yên li Colemêrgê de tevî parlementerên BDP’ê yên Colemêrgê Esat Canan û Adil Kurt çûn serdana Şemizînanê. Demîrtaş dema ji Geverê derket, ji aliyê şaredar û rêveberên BDP’ê yên Şemizînan, Bajargê, Gever û Colemêrgê ve hat pêşwazîkirin. Şande li vir bi awayê karwan çûn Şemizînanê.

‘HERÎ ZÊDE AKP BI AWAYEKE BINKOL ASÎMLASYONÊ PÊK TÎNE”

Demîrtaş çû serdana Rêxistina BDP’ê y Navçeya Şemizînanê û piştre ji girseya gel re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku Kurdan têkoşîneke domdirêj meşandiye û got ku di dirêjahiya dîrokê de gelê Colemêrgê û navçeyên wê bi canê xwe bedel dane û bi zextan re rû bi rû mane. Demîrtaş got ku li hemberî hemû zext û gefan gelê Colemêrgê dest ji berxwedanê bernedaye û got; " Di dîroka komarê de ya ku herî zêde asîmlasyona binkol bi kar tîne AKP ye. Weke nermikê (ava) li binê kayê, komkujî pêk aniye, qirkirina siyasî pêk aniye û hema bêje pirsgirêka Kurd sedsalan ber bi paş ve biriye." Demîrtaş diyar kir ku hikûmetên beriya AKP’ê ji wê merdtir bûn û got ku bi awayeke aşkere şer dikirin.

‘GER AKP JI DIL BE BILA PÊŞÎ JI BO ROBOSKÎ LÊBORÎNÊ BIXWAZE’

Demîrtaş ragihand; “Li şûna hikûmet û Erdogan; ji bo gelên Filistîn, Sûriye û Ereban hesirên çavan birijîne, bila pêşî li gelê Kurd ê li welatê xwe binêre” û wiha axivî; “Erdogan di mitîngan de dibêje ‘birayên min ên Kurd’, lê fermana Komkujiya Roboskê dike. Jixwe Erdogan gava dibêje ‘birayên min ên Kurd’ behsa Kurdên li aliyê xwe dike”. Hevserokê diyar kir ku ger AKP ji dil bêje ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike, ji dij destê partiya wan bê ew ê bikin û wiha domand; “

Demîrtaş destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî bi armanca çavtirsandinê hatiye kirin û wiha berdewam kir; “Ger hikûmet ji dil be, bila destpêkê ji bo Komkujiya Roboskê lêborînê bixwaze. Herî dawî jî behsa muzakereyan bike.

LEYLA ZANA REXNE KIR

Demîrtaş bê ku nav bide, Leyla Zana rexne kir û destnîşan kir ku piştî gotin ‘Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin’ li Colemêrgê qereqol zêde kirin, mayîn danîn û sêncên sînor hatin danîn. Demîrtaş got; "Tu yê piştî vê yekê rabî bêjî ez ê vê pirsgirêkê çaresrer bikim. Her kî ji Serokezîr bi hêvî be, ev yek safitî ye, weke AKP’ê dihizire”

Hêjayê gotinê ye ku Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana di hevpeyvîna xwe ya îro di rojnameya Hurriyetê de hatibû weşandin gotibû ku ew bi Erdogan bawer e ku dê pirsgirêka Kurd çareser bike. Zana got; “Ez bawer dikim ku ew ê vî karî çareser bike. Min tu carî hêvî û baweriya xwe ya ji vê yekê qut nekiriye. Naxwazin wenda bikim jî. Ger min hêviya xwe wenda bikiriba, ez ê biçûma, li vir nedimam.” Zana di hevpeyvîna xwe de rexne li BDP’ê dike.

Demîrtaş, bal kişand ser perwerdehiya zimanê zikmakî û wiha berdewam kir: "Divê kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. Dersên hilbijartî ji bo kurdan nabe. Dîsa ger kî dibe bila bibe li gel vê helwesta Serokwezîr Erdogan a înkar û îmhayê hêviyên xwe bi Erdogan ve girê bide û bêje 'Ez bawer dikim Erdogan dê pirsgirêkê çareser bike' wê demê ev xwe xapandin û safîtî ye. Wekî AKP'ê difikirin."

Girseyê bê navber axaftina Demîrtaş bi dirûşmeyên "Qatil Erdogan" û "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" qut kir.

Demîrtaş pişt re bi karwanekî mezin derbasî Bajaroka Rûbarokê bû.

ANF NEWS AGENCY