"Hêza parastina hevpar divêtiyek e êdî!"
AZÎZ KOYLUGOLÛ/AHMET ÇÎMEN - QAMIŞLO Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah da xuyakirin ku bi erîşên dawî yên DAIŞ'ê re hêza parastina hevpar a Kurdan veguherî neçariyekê û got, "Parastina destketiyên neteweyî û destketiyên gelên em bi hev re dijîn, bi stratejiya parastina hevpar û hêza parastina hevpar dibe."
Di van rojên ku bûyerên li Iraqê rê li be hevsengiyên nû vekirin de gelo Rojava çi difikire, ev rewş wê bandoreke çawa li Rojava bike, bingeha tifaqeke nû ya Kurdan heye, sîstema parastina hevpar bi çi rengî dikare were avakirin? Me ev pirs ji Hevseroka xurtirîn partiya li Rojava Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah pirsî.
Weke Rojava hûn bi çi rengî li rewş û bûyerên li Iraqê dinêrin?
Bûyer û rûdanên li Iraqê bi dîna me rewşeke nû nîne. Derbasbûna qonaxeke nû ya bûyerên ev 3 sal in li herêmê û Sûriyeyê diqewime. Di dema pêş de dibe ku pêşketinên cuda jî rû bidin. Ya li Rojhilata Navîn tê jiîn rewşeke kaosê ye. Mirov dikarin rewşa îro weke demeke navberê lbinirxînin ku ji bo pêşketina çareseriya demokratîk divê tavilê bê derbaskirin. Çareseriya girêka pirsgirêkên xwedî paşerojeke kûr, ancax bi demokrasiyeke rasteqîn gengaz e. Rastiya heyî ya Rojhilata Navîn dûrî vê yekê ye.
Rewşa li Iraqê ev sê sal in li Rojava û Sûriyeyê bi dijwarî hat jiyîn, hînê jî tê jiyîn. Hin hêzên navneteweyî bi awayekî dizî-vekirî nehiştin pirsgirêk bi rêya demokratîk çareser bibin û hin hêzên herêmî jî li gorî vê ajandayê tevgeriyan. Bi rêya çapemenî û medyayê, rewşa heyî bi şêweyekî cuda ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin. Vebijarka çareseriya demokatîk û berxwedana gelê Rojava ku hedefa van hemû êrîş û dijwariyê bû, bi biryardarî ji nedîtî ve hatin dîtin. Dîtin ku eger ev bê dîtin wê bandorê li genên Sûriyeyê û tevahiya herêmê bike. Ji vê rastiyê tirsiyan. Kûrbûna pirsgirêkê û dijwarbûna pevçûnan, li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk di cih de dîtin.
DAIŞ A 2 SAL IN NIKARE BIKEVE ROJAVA DI 2 SAETAN DE MÛSIL BI DEST XIST
Bi rûdana rewşa li Iraqê re rastî bi awayekî zelaltir derket holê. DAIŞ a ku ev du sal in nikare Rojava bi dest bixe, di nava du saetan de bajarekî ji 4 mîlyon kesî yê weke Mûsilê di nava du saetan de bi dest xist. Ji ber ku civak bêparastin bû û pêkhateyên cuda yên olî, mezhebî, çandî û etnîkî, dûrî tifaqeke xurt bûn. Li aliyê din zîhniyeta navendîparêz a dewletê û pêkanînê wê yên pratîkî jî gel bêzar kiribû. Di encama vê de jî DAIŞ gelekî hêsanî d nav Mûsilê û di nava 2 saetan de jiyana civakê ser û bin bû.
Cudahiyên bingehîn ên di navbera rewşên li Rojava û Iraqê de ev in. Li Rojava hêza parastina gel heye. Rastiya civakeke xwedî vîn û rêxistinbûyî heye ku pergala xwe ji zilmê rizgar kiriye û ne razî ye ku hêzeke din ji derve were wê birêve bibe. Pêkhateyên cuda yên çandî, etnîkî û olî yên bi hev re dijîn, tifaqeke xurt a demokratîk ava kirin. Sîstema xwe xist meriyetê. Yanî tevgereke berxwedanê ya bi plan û bername hebû. Mînak, li Kobanê binêrin. Ji destpêkê ve bi her awayî êrîş li dij tê kirin, elektrîk û av li ser hat birîn, lê belê tevî vê jî nekarî vîna gel bişkînin. Li Rojhilata Navîn rewşeke nû û yekane ye ku civakek li hemberî êrîşan li ber xwe dide û di bin êrîşan de sîstema xwe ya demokratîk ava kiriye û bi rêve dibe. Li Iraqê ji sala 2003'an û vir ve Sunnî li derve maye. Rêveberiya Malîkî jî ev rewş girantir kir. Gelo rast e ku li Sûriyeyê jî Sunnî derveyî pergalê hatine hiştin û DAIŞ jî weke nerazîbûnek li vê rewşê derketiye holê?
Na. Li Rojhilata Navîn pêwistiyeke ciddî ya guherînê xwe ferz dike. Tê dîtin ku êdî mîna berê nameşe. Hin hêz hene ku dixwaze valahiyên derketine holê bi şêweyên cuda dagirin û ji ber hin ji wan xwedî nêzîkatiyeke stratejîk nînin, ji mêj ve tên bikaranîn.
SERDESTIYA ALIYEKÎ LI SER ALIYÊ DIN Ê CIVAKÊ WÊ ÇAWA PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE?
Pirsgirêkên di salên dawî de li Rojhilata Navîn tên jiyîn, bi tenê yên roja îro nînin. Xwedî paşerojeke kûr e. Zîhnyeta zext û navendîparêz, demeke dirêj xwe ferz kir. Dema hêza wê têra vê nekir, cihêrengiya civakê ya etnîkî, çandî û mezhebî veguherand nakokiyekê, xwe sipart beşek ji vê û hewl da li ser yên din zext û otorîteyê bimeşîne. Ya ku di vir de herî zêde mexdûr bû, êş kişand û hebûna wê jî hat înkarkirin, Kurd bûn.
Ji ber vê yekê mesele tenê li derve mayîna Sunniyên li Iraqê nîne. Li Sûriyeyê jî rewşeke bi hemanrengî heye. Karaktera netewe-dewletê xwe dispêre vê. Yanî pirsgirêk tinebûna zîhniyeteke demokratîk e ku cihêrengiya qebûl bike, rêveberiyê bi herêman re parve bike.
Ji ber vê yekê, nêrîn û projeyên di roja îro de li Sûriye û Iraqê tên bilêvkirin, bi dîtina me ji aliyê cewherî ve çareserî nîne. Çareseriyek bi kêrî aliyekî, lê li dijî aliyê din be, gelo ew dibe çareserî? Bajarê Kerkûkê bi rewşa xwe ya ji Kurd, Tirkmen, Ereb, Suryanî, Xiristiyan-Misilman, Sunnî-Şîa dikare ji vê re weke mînak were nîşandan. Serdestiya aliyekî li ser aliyê din gelo wê çawa pirsgirêkan çareser bike? Ji xwe hema bêje rewşa civakî ya tevahiya Rojhilata Navîn dişibe vê.
KURD DI DERKETINA JI KAOSÊ DE HÊZA PÊŞENG E
Ev ji xwe bi salan hat ceribandin û encam jê nehat. Biryardariya di vê de dînîtî ye, veguherandina Rojhilata Navîn a gola xwînê ye. Ji ber vê yekê divê pirsgirêkên heyî yên li Rojhilata Navîn bi rêyên demokratîk bên çareserkirin û herêm ji aliyê demokratîk ve veguhere. Ev yek jî li şûna rêveberiyên navendî, bi rêveberiyên herêmî, naskirina vîna hemû cihêrengiyan û afirandina bi hev re bûna azad, dilxwaz û rêzdar dibe. Ev yek jî nîşan dide ku projeya DAIŞ'ê ya ji Bexdayê heta Şamê avakirina dewleteke Îslamî ne demokratîk e, ne li gorî rastiya civakê ye û wê nebe çareserî. Şerê li Sûriye û Iraqê derket asta hovîtiyê û di nava çend rojan de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Ev rewş bi tena serê xwe delîlek ji vê rastiyê re ye.
Kurd di derketina ji vê kaosê de hêza pêşeng a azadiyê ye. Bi nêrîna xwe ya stratejî, rêxistinbûyîn, zîhniyeta xwe ya demokratîk û hêza xwe ya parastinê re, xwedî wê kapasîteyê ye ku li gelemperiya herêmê dikare rê li ber guherîn û veguehrînê veke. Îddîaya me ev e: Şoreşa Rojava di vir de model e. Bi xweseriya xwe ya demokratîk û hêza xwe ya parastinê re alternatîf û modela çareseriyê ya herî maqûl e. Ev yek êdî ji aliyê gelek derdoran ve hatiye dîtin.
JI BO DIYARKIRINA ÇARENÛSA GEL PÊWISTÎ BI VÎNEKE HEVPAR HEYE Barzanî vê rewşê weke firsendê dibîne û dibêje ewê vê binirxîne. Firsendeka çawa li holê heye, Kurd ji bo vê firsendê baş bikar bînin divê çi bikin?
Bêguman eger stratejiyeke rast û polîtîkayeke bi aqilane bê şopandin, ev yek firsendeke dîrokî ye. Kurdan firsend bi dest xistine ku ne tenê ji bo xwe ji bo tevahiya gelên herêmê dikarin pêşengiya pêşxistina çareseriya demokratîk bikin. Eger yekitiya xwe ya neteweyî biafirîne wê vê şens û firsendê baş bikar bîne. Ji ber ku ji aliyê siyasî, civakî, aborî, çandî û leşkerî ve hêzeke ciddî ye. Hêzeke ku her kes di hevsengiya Rojhilata Navîn de wê li ber çavan digire û dîtiye ku bêyî wê çareserî nabe ye. Wekî din Kurd civakeke rêxistinbûyî ye. Xwedî kevneşopiyeke berxwedanê ye ku bandor li tevahiya herêmê kiriye.
Bêguman Rojhilata Navîn qadeke ku hesabên berjewendiyên siyasî lê zêde bûne, hêzên mezin ên cîhanê lê ji bo berjewendiyên xwe di nava tevgerê de ne û hewl tê dayîn hevsengî ji nû ve bên avakirin. Bi aliyê xwe yê dinê, pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye. Lêgerîna çareseriyeke siyasî li qada navneteweyî, pêşvebirina têkiliyên dîplomatîk û afirandina tifaqên herêmî û navneteweyî, gelekî girîng e.
Di vir de yekitiya neteweyî ya Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Divê stratejiyeke hevpar bê destnîşankirin, polîtîkaya neteweyî bê diyarkirin û helwestên zerarê didin vê bên terikandin. Erka ti partiyeke siyasî nîne ku bi tena serê xwe der heqê çarenûsa gelekî de biryarê bide. Lewma, bi lezgînî pêwistî bi vîneke hevpar a ji bo gelê me hukmê herî baş bide, yanî pêwistî bi kongreya neteweyî heye. Ya ku pêşî li destwerdan û xeteriyên gengaz ên komkujiyan asteng bike jî ev e, ya ku firsendên azadiyê yên derketine holê karibe veguherîne pêngaveke demokratîk ji bo gelan jî ev e. Ev jî vîna yekitiyê ye. Ji ber ku bêyî zîhniyeteke demokratîk em nikarin bi gelên li herêmê re bijîn û nikarin mafên bingehîn ên gelê Kurd jî ewle bikin. Ji ber ve yekê li şûna netewe dewletê, nêzîkatiya stratejîk a avakirina neteweya demokratîk û civaka demokratîk, ji bo me esas e. Ev yek wê yekitiya demokratîk a Kurdan biafirîne, şensê çareseriyeke mayînde li Rojhilata Navîn zêde bike. Rojhilateke Navîn a gihaştiye çareseriya demokratîk, wê ewlehiya azadiya Kurdan be. Firsenda vê ji her demê bêtir pêkan e. Eger li Rojava ev nêzîkatî nebûya, îro mirov nikarîbû behsa destketiyan bikira. Dibe ku xeterî û komkujiyên gelekî girantir îro di rojevê de bûya.
AVAKIRINA HÊZA HEVPAR A PARASTINÊ YA KURDAN ÊDÎ FERZEKE
Hûn pêşdîtina hêzeke çawa ya parastinê dikin?
Hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê, dûrmayîna Kurdan ji şerê mezhebî-etnîkî nêzîkatiya herî rast e. Ji ber ku ev şer ne şerekî ji nû ve avakirina civakê li ser bingehên veguherîna demokratîk û jiyana demokratîk e. Şerê serdestî û desthilatdarî ku xwe dispêre berjewendiyên teng û gefê li tevahiya pêkhateyên civakê dixwe. Berdêla giran a şerê desthilatdariyê mixabin civak dide. Ji ber vê yekê helwesta herî rast ew e ku Kurd li xaka di bin kontrola xwe de bi nêzîkatiya parastina cewherî tevgeriya ye. Li vê qadê bi tenê Kurd najîn. Gelek pêkhateyên cuda yên etnîkî, olî û çandî dijîn. Li Rojavayê Kurdistanê çawa ku YPG parastina hemû pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî, Kurdan dike, ji bo Kerkûk û Başûrê Kurdistanê jî heman rewş derbas dibe. Erdnîgariya Kurdistanê ye, di oxira wê de berdêlên giran hatine dayîn û bêguman wê bê parastin. Bi salan li derveyî rêveberiya Kurd a herêmî hat hiştin. Îro di bin kontola hêzên leşkerî û siyasî yên Kurd de ye. Lewma, nêzîkatiya herî rast ew e ku hemû Tirkmen, Ereb, Suryanî jî di parastin û rêveberiya bajêr de bibin xwedî gotin û biryarê.
Bi êrîşên dawî yên DAIŞ'ê re, avakirina hêza parastina hevpar a Kurdan êdî veguheriye pêwistiyeke ji neçarî. Parastina destketiyên neteweyî û parastina destketiyên gelên din ên em bi wan re dijîn, ancax bi stratejiya parastina hevpar û hêza parastina hevpar dibe. Di bêbandorhiştina hêzên êrîşî pergala me ya demokratîk dikin de, ev yekitiya hêzê wê roleke gelekî girîng bileyze û ji bo kongerya neteweyî û yekitiya neteweyî, dikare ji bo partiyên siyasî bibe pêşgavek.
KURD XWEDÎ STRATEJIYEKE ZELAL, STATUYEKE SIYASÎ YE
Yekitiya Ewropa, Rusya û DYA rola Kurdan bi têrkerê dibînin?
Sedema ew çend trajediyên dijwar ev sed sale tê serê Kurdan, bêguman sîstema navneteweyî ye. Ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî gelek anî radeya tinebûnê. Bi hin peymanan re ev rewş qanûnî kirin.
Gelê Kurd, tevî hemû hêzên navneteweyî jî ji bo xwe ji vê rewşê xilas bike, têkoşîneke mezin da. Ji bo hebûn û azadiya xwe li ber xwe da. Bû xwedî vîn û hişmendiya civakeke demokratîk. Veguherî aktoreke sereke ku bêyî wê li herêmê êdî çareserî nabe. Lê belê hînê gelek hêz hene ku naxwazin vîna gelê Kurd nas bike. Azadiya Kurdan ji bo xwe xetere dibînin. Vana hewl didin li pêşiya biryara gelê Kurd a ji bo jiyana demokratîk û azad bibin asteng, hewl didin ku li şûna gelê Kurd hêzên navneteweyî çarenûsa me diyar bikin. Ev şaş e. Kurd ev qonax derbas kiriye. Aktorekî siyasî û leşkerî ye ku bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe dide. Xwedî stratejiyeke gelekî zelal û statuyeke siyasî ye.
DEM HATIYE ÊDÎ JI GOTINÊ WÊDETIR GAVÊN PRATÎKÎ BÊN AVÊTIN
Kurd, li hemberî êrîş û xeteriyên heyî ji bilî parastina xwe bi xwe, êrîşî ti kesî nekiriye, çav bernedaye xak û desthilatdariya ti kesî. Lê belê gihaştiye wê hişmendiyê ku destûrê nede ti kesî li ser wan serdestiyê ava bike. Bûye xwedî hêzeke leşkerî ku dikare xwe û mafên xwe biparêze. Vê yekê hêzên navneteweyî û herêmî jî dibînin. Hêza herî demokratîk a herêmê û hêza herî zêde bi bawerî li pêşerojê dinêre Kurd e. Lê belê hêzên navneteweyî hînê naxwaze vî mafî radest bikin. Hêzên dikarin der heqê guhertina nexşeya herêmê de biryarê bidin, mixabin hînê nikare vê hêza û rola Kurdan, statu û modela çareseriya demokratîk a Kurdan bipejirînin. Lê belê baş dizanin ku bêyî Kurdan çareseriyek nabe. Ne rast e ku mirov li bendê bimîne ku hêzên navneteweyî bi tenê biryarê der heqê guhertina herêmê de bidin. Divê beriya her tiştî Kurd bi xwe biryarê bidin.
Bi qasî ji bo tevahiya herêmê, ji bo Kurdan jî em ketin pêvajoyeke dîrokî. Dem hatiye ku di pratîkê de êdî hin tişt werin kirin. Gotin têrê nake. Pêşketin bi lez in û şensê me jî çê bûye ku bi lez mora xwe biavêjin binê hin pêşketinan.
Li aliyê din gelek xeteriyên ciddî hene. Divê ev werin dîtin û li gorî wê nêzîkatî were nîşandan. Êrîşên mîna yên li Rojava îro dikarin li hemberî Başûr bên kirin. Girîng e ku weke civakê em li hemberî vê helwesteke hevpar nîşan bidin. Bi gotina "Êrîşên li dijî Rojava êrîşên li dijî tevahiya Kurdistanê ye" gelê Rojava mesajeke zelal da. Heman helwesta xwe ji bo Başûr jî nîşan da. Hevparkirina helwesta tevahiya civaka Kurdistanê, bersiva herî watedar a li êrîşan e. Ji ber ku her destketî bi berdêlên giran û têkoşîna gel derketine holê.
Tevahiya gelê Kurd li bendê ye ku partiyên siyasî bên cem hev û ji bo bersivdayîna pêvajoya dîrokî îmzeya xwe biavêjin binê biryarên hevpar. Dixwaze stratejiyeke hevpar, helwesteke hevpar were nîşandan. Berpirsyariyên girîng dikeve ser milê her nêrîn û partiyeke siyasî. Dem hatiye em kongreya neteweyî ya Kurdistanê bicivînin û yekitiya xwe ji raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re ragihînin.