1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Hêzên dewletê li Elkê xwestin komkujiyê pêk bînin"
"Hêzên dewletê li Elkê xwestin komkujiyê pêk bînin",hêzên,dewletê,li,elkê,xwestin,komkujiyê,pêk,bînin

"Hêzên dewletê li Elkê xwestin komkujiyê pêk bînin"

A+ A-

OMER ÎKE/ROJNEWS

Hevserokê DBP’ê yê Elkê Hazim Cin diyar kir ku di 25’ê Îlonê de navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derket û anî ziman ku piştî pevçûnê leşkeran taxên ku sivîl lê dijîn topbaran kirin. Cin da zanîn ku li Elkê bi fermana Walî û Qeymeqam xwestin komkujiyek mezin pêk bînin.

Di 25’ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derket. Piştî şer tîmên taybet û polîsan bi guleyên rasteqîn û topên hewanê êrîşî navçeyê kir. Di encama gulebaranê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek welatî jî birîndar bûn. Derbarê gulebarana polîs û tîmên taybet de Hevserokê DBP’ê yê Elkê Hazim Cin diyar kir ku bi fermana Walî û Qeymeqam xwestin li Elkê komkujiyek mezin pêk bînin.

‘Leşkeran taxên sivîlan topbaran kirin’

Hevserokê DBP’ê yê Elkê Hazim Cin diyar kir ku piştî pevçûnên di navbera gerîllayên HPG'ê û leşkeran de leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Elkê bi hawanê top avêtin gundê Setkar, Tilbes, Faraşîn, Meydan, Germav û Gernexê Tivorê. Cin anî ziman ku di encama topbaranê de gelek top li gundê Setkarê ketin û wiha got: “Di encama topbaranê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn. Dema gel dixwest welatiyên birîndar rakin nexweşxanê jî polîsan gule bera wan didan.”

‘Ajokar ji aliyê polîsan ve hat kuştin’

Cin bertek nîşanî îdiayên Walîtiya Şirnexê yên weke ajokarê Ambulansê Şehmuz Dursun ji aliyê HPG’î yan ve hatiye kuştin da û wiha got “Ajokar Şehmuz Dursun li ser banga Qeymeqam Kadir Guntepe çû cihê bûyerê. Dema Dursun bi ambulansê çû cihê bûyerê, polîsan ambulans gulebaran kir û di encama gulebaranê de ajokar Dursun jiyana xwe ji dest da. Polîs û tîmenên taybet li ber çavên gel ajokar Şehmuz gulebaran kir. Piştî Şehmuz jiyana xwe ji dest da jî polîsan destûr nedan ku welatî cenazeyê Şehmuz di nava ambulanê de derxin.”

‘Li Kurdistanê terora dewletê heye’

Cin bilêv kir ku hêzên dewletê piştî fermana Serokwezîr Ahmet Davutoglu, li navçeyê teror pêk anîn û wiha dawî li axaftinê xwe anî: “Piştî gelê kurd û gelê demokrat AKP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk bir, xwestin Kurdistanê bikin qada şer. Niha li Kurdistanê terora dewletê heye û di navbera mehekê de bi giştî 80 welatiyên sivîl ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatine kuştin.”

(oî/ge)