1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêzên Parastina Kerkûkê: Em ê destketiyên Kurdan biparêzin
Hêzên Parastina Kerkûkê: Em ê destketiyên Kurdan biparêzin,hêzên,parastina,kerkûkê,em,ê,destketiyên,kurdan,biparêzin

Hêzên Parastina Kerkûkê: Em ê destketiyên Kurdan biparêzin

A+ A-

DEMHAT TOLHILDAN-GIVERA AZAD - KERKÛK Hêzên Parastina Kerkûkê ji gerîla, pêşmerge û milîsên Mexmûrê pêk tên. Hêzên Parastina Kerkûkê ku hewldanên gerîla yên ji bo parastina Başûrê Kurdistanê weke mînakeke mezin a welatparêziyê dibînin destnîşan dikin, ku divê ev tifaq bê xurtkirin.

Li dû gefa DAIŞ'ê ya li herêmên mîna Şengal û Mexmûrê, yek ji navendên ji bo parastina Başûrê Kurdistanê enî lê hat vekirin, Kerkûk e. Hêzên Parastina Kerkûkê yên li dijî êrîşên çeteyan ketine mewziyan, ji gerîlayên HPG û YJA STAR'ê, pêşmerge û milîsên Mexmûrê pêk tên.

Hêzên Parastina Kerkûkê diyar dikin ku bi hatina gerîlayên HPG/YJA STAR'ê ji bo bajarên Başûrê Kurdistanê pêşî li yekîtiya neteweyî vebûye û diyar dikin ku divê ev tifaq bê xurtkirin.

Endamên Hêzên Parastina Kerkûkê ji ANF'ê re axivîn.

GERÎLA: EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERIYA KERKÛKÊ

EGÎD GUYÎ: Ev demeke li Rojhilata Navîn şerekî giran tê jiyîn. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê li hemberî çeteyan şerek tê meşandin. Dixwazin Kurdistanê careke din dagir bikin. Ji bo parastina destketiyên Kurdan em hatin. HPG hêzeke neteweyî ye. Li kîjan devera Kurdistanê dibe bila bibe, wê wezîfeya xwe ya milîtaniyê bicih bîne. Li ser vê bingehê em ji Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin. Li ser daxwaza gelê Kurd em ji bo parastina Kerkûkê hatin. Em ê rê nedin Kerkûk bibe mîna Şengalê. Em ê rê nedin Kerkûk careke din bikeve destê dagirkeran. Kerkûk cihekî dewlemend e. Mîna ku Rêbertiyê (Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan) ji berê ve pêşniyar dike, em li ser bingeha bûyîna hêza neteweyî tevdigerin. Bi pêşmergeyan re ji bo parastina Kerkûkê em li vir bi hev re têdikoş in.

Li Rojavayê Kurdistanê YPG û gelê Kurd bi hev re li dijî çeteyan berxwedaneke mezin nîşan didin. Kal ciwan her kes li ber xwe dide. Çete li wir hatin şikandin. Lê li Başûr ev amadekarî tineye. Bandora şerê psîkolojîk ê çeteyan heye. Li nava gel atmosferek hat afirandin. Hînê çete negihaştibûn herêmê, tirsek hat belavkirin. Bi hatina gerîla re hem pêşmerge bêhn veda hem jî dilê gel aram bû. Gel gerîla weke fedaiyê xwe dibîne. Bi destwerdana me re baştir dîtin ku em ji bo çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Ji gerîla moral û hêz wergirtin. Ya ji bo me esas; parastina nirxên gel e.

MERVAN URFA: Hêzên mêtînger li ser Başûrê Kurdistanê xwedî hesabên mezin in. Ji destwerdana sala 2003'an û vir ve şerek heye û îro ev şer hatiye qonaxa dawî. Bi taybetî Mûsil û başûrê Kerkûkê xwedî roleke mezin in. Çima Kerkûk ewçend girîng e? Ji ber ku hesabên aboriyê li ser zêde ne. Ji bo Kerkûkê referandûm jî kirin. Ne xistin destê Kurdan, ne Ereban ne jî Tirkmenan. Bajarekî bi tena serê xwe hiştine.

Bi derketina DAIŞ'ê re şer bi giranî li Mûsil û Kerkûkê xwe da der. Ya rast xeta sor a şerê başûr weke Kerkûk tê binavkirin. Bi hesabên li ser Kerkûkê tên kirin re tê xwestin ku serdestî li Kerkûkê bê kirin. Ji ber polîtîkayên şaş, berdêla vê gel dide.

Em weke xeteke sêyemîn hatin. Li şûna ku mîrateya Kerkûkê biçe ji partiyekê re em dixwazin biçe ji gel re. Em dixwazin dewlemendiyên tevahiya Kurdistanê bidin gelê xwe. Rojava li pêş çavan e. Em dixwazin tevahiya dewlemendiya Kerkûkê radestî gel bikin.

Me parastina çar parçeyên Kurdistanê ji xwe re esas girtine. Duh Rojava bû, îro jî li ser Şengal, Mexmûr û Kerkûkê xeteriyên mezin hene. Em ji bo berjewendiyên partiyekê, malbatekê yan jî şexsan nehatine. Em ji bo parastina tevahiya gelê xwe yê başûr li vir in.

Ji her demê bêtir pêwîstî bi yekîtiya neteweyî û tifaqê heye. Em her tim ji yekîtî û tifaqê re amade ne. Îro jî bêyî hesaban bikin em ê gelê xwe biparêzin.

GERÎLAYÊN JIN: EM Ê HETA DAWIYÊ ŞER BIKIN Û BI SER BIKEVIN

HÊLÎN WAN: Mêtînger dixwazin çar parçeyên Kurdistanê di bin desthilatdariya xwe de rabigirin. Weke hêzên YJA STAR'ê em ê jî welatê xwe biparêzin. Hêzên me yên li çar parçeyên Kurdistanê divê xwe nîşan bidin. Ez bawerim ku em ê bi canfedayî şer bikin. Em ê ti carî rê nedin ku dagirker xaka me gemarî bikin. Em ê heta dawiyê şer bikin û bi ser bikevin. Ji bo vê çi pêwîst be em ê wê bikin.

Çete xwe ji jinan vedigirin, ji jinan ditirsin. Ji ber vê yekê bi çavsorî êrîşî jinan dikin. Ji ber ku jin li pêşiya wan asteng e. Çete rêbazên xwe yên herî qirêj li hemberî jinan bikar tînin. Jinan mîna xenîmetê dibînin. Em jî vê dibînin û xwe li gorî wê amade dikin.

AXÎN AMED: Bi pêşmergeyan re em li heman çeperan cih digirin. Hem nêzîkatiya pêşmergeyan hem jî nêzîkatiya gel a li gerîla nîşan dide ku ji gerîla bawer in. Em bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Bi hatina me re li vê derê guhertinekê rû da.

PÊŞMERGE: HATINA GERÎLA NÎŞANEYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

KEMAL: Hatina gerîla nîşaneya neteweyîbûn, yekîtiyê ye. Cudahî di navbera gerîla û pêşmerge de nîne û em ji bo çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Ji bo onûr û şerefa Kurdan em şer dikin. Hatin gerîla ji bo alîkariyê, şerê gerîla yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê mînakeke mezin a welatparêziyê ye.

MÛSTAFA: Ez weke pêşmergeyekî YNK'ê serbilind im ku bi xwişk û birayên xwe yên gerîla re ji bo berjewendiyên Kurdan li vê derê şer dikim. Di navbera me de ti cudahî nîne. Em gelekî kêfxweş in ku hatine alî me bikin. Em îro li dijî çeteyên DAIŞ'ê di mehan çeperan de şer dikin.

HÎWA: Weke pêşmergeyekî YNK'ê, bi xwişk û birayên xwe yên gerîla re şerkirina li heman çeperan ji bo min onûr e, serbilindî ye. Em ê bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin û tevajiya herêmê ji çeteyan paqij bikin. Bi hatina gerîla re em ê înşaleh vê bi ser bixînin.

BARZAN: Em kêfxweş in ku ji bo parastina rûmeta Kurdistanê gerîla ji bo tifaq û yekîtiyê hatiye vê derê. Ez ji PKK'ê re spas dikim ku ji bo alîkariyê hatiye vê derê. Hatina gerîla ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî gaveke gelekî girîng e.

GARÎB AHMED: Di navbera me û gerîla de ti cudahî nîne. Ew hemû xwişk û birayên me ne. Têkiliyeke me ya neteweyî heye. Îro jî li dijî dagirkeriya çeteyan em şer dikin. Em amade ne xwe ji bo vê xakê feda bikin. Roj wê were dê ji bo çar parçeyên Kurdistanê her tişt xweş bibe. Di navbera çar parçe Kurdistanê de ti cudahî nîne. Roj were em ê ji bo parçeyekî din ê Kurdistanê biçin şer bikin. Êdî pirsgirêka parçeyekî her kesî eleqedar dike.

MILÎSÊN MEXMÛRÊ: KÎ JI XWE RE DIBÊJE KURD IM DIVÊ CIH BIGIRE

ESAT NIRWEHÎ: Li dijî kampa Mexmûrê êrîşên çeteyan hebûn. Milîsên Mexmûrê û hêzên HPG'ê bi hev re êrîşên çeteyan şikandin. Dûre em weke milîsên Mexmûrî ji bo parastina Kerkûkê me biryar dan werin vê derê. Em amade ne li dijî çeteyan gel û xaka Kurdistanê biparêzin. DAIŞ li Iraqê li dijî gelan her şêweyên komkujî û zilmê dike. Li dijî van çeteyan kî ji xwe re bêje ez Kurd im, divê şer bike. DAIŞ ne li dijî partiyekê ne jî li dijî hêzekê şer dike; li dijî tevahiya mirovahiyê şer dike. Divê ev çete ji binî ve ji Iraqê bê derxistin. DAIŞ rêxistineke nû avabûye nîne; ji mêj ve ji aliyê Amerîka, Qatar, Misir û Tirkiyeyê ve tê bikaranîn. PKK îro li Rojhilata Navîn li dijî terora dûvikên dewletan şer dike. Ez bawerim PKK wê heta dawiyê li dijî dagirkerên dixwazin Kurdistanê dagir bikin, şer bike. Em weke milîsên Mexmûrê me xwe bi felsefeya Rêber Apo birêxistin kirin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li dijî çeteyan şer bikin.

ŞUKRU GUYÎ: Ji bo me milîsên Mexmûrê ti herêm ji hev ne cuda ye. Eger li ser Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) xeteriyek heye, ev nîşan dide ku xeterî li hemberî tevahiya Kurdistanê ye. Nîşan dide ku li ser Kerkûk, Şengal û Rojava xeterî heye. Ji bo me cudahî di navbera Kerkûk, Rojava, Şengal, Celawla nîne. Ya girîng, di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de ya ji me tê xwestin, em bicih bînin e.

ÎHSAN SEGIRKÎ: Ez zilma li Şengalê şermezar dikim û destnîşan dikim ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê şer bikim. Kerkûk jî xaka Kurdistanê ye. Em amade ne biçin her cihî. Bila her çar parçeyên Kurdistanê rêxistinên Kurdan bibin yek, yekîtiya neteweyî pêk bînin. Dijminê Kurdan gelek e. Bila tifaqa xwe bikin û li dijî dagirkeran amade bin, şer bikin. Heta Rêbertiya me azad nebe, em ê nesekinin. Em ê bîst û çar saetan xizmetê ji gelê re bikin.

CIWANÊN MEXMÛRÊ: KÎJAN HERÊMA KURDISTANÊ DIBE BILA BIBE...

FERHAT TOK: Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Mexmûrê kirin, ciwanan û hevalan bi hev re plansaziyeke baş kirin û çete derxistin. Em dibêjin Kurdistan yek parçe ye. Ji bo me ferq nake, kîjan herêma Kurdistanê me em ê li wir têbikoş in. Weke ciwanên wargehê me jî biryara xwe dan, bi vîna xwe li kîjan herêma Kurdistanê be em ê xwedî li gelê xwe derkevin. Piştî êrîşa li hemberî Mexmûrê me xeteriya li ser Kerkûkê dîtin. Em hatin ji bo Kerkûkê şer bikin. Em amade ji bo parastina tevahiya Kurdistanê şer bikin. Ji bo me cudahî nîne; çi Kerkûk, çi Amed, Qamişlo çi jî Mehabad, weke hev in. Rêbertî dibêje piştî ku takekes xwe azad kir wê piştre civakê azad bike. Rêber Apo dibêje, "Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin." Em jî ciwanên bi felsefeya Rêber Apo mezin bûne. Heta dawiyê em ê bi îdîa û biryardar xaka Kurdistanê û nirxên şehîdên xwe biparêzin.

MEHYEDDÎN SANRI: Weke ciwanên Mexmûrê em dixwazin her kes tevlî vê pêvajoyê bibe û di nava vê xebatê de cih bigirin. Roj roja şerê ji bo azadiyê ye. Kurd bi xeteriyê re rû bi rû ne. Banga me li tevahiya ciwanan e; bila her kes bixebitin. Hem ji aliyê leşkerî ve hem jî bi xebatên din re di parastina Kurdistanê de cih bigirin.