Hêzên PDK'ê destûr nedan cenazeyê endamê YPG’î ji Sêmalka bigirin
Malbata endamê YPG'ê Esad Karabag (Elî Kanîreş) li Deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat astengkirin
ÇEWLÎG (DÎHA) - Malbata endamê YPG'ê Esad Karabag (Elî Kanîreş) ku xwest cenazeyê kurê xwe ji Hesekê bigirin û bînin kanîreşê li Deriyê Sînorê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat astengkirin.
Endamê YPG'ê Esad Karadag (Elî Kanireş di 20'ê Tebaxê de li Hesekê di êrîşa hêzên rejîmê ve jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Karadag ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin ji Kanîreşê xwestin biçin Hesekê. Malbata ku çûn Deriyê Sînor ê Sêmalka û xwestin biçin cenaze wergirin li Deriyê Sînor ê Sêmalka hatin rawestandin. Hêzên PDK'ê malbat li ser sînor rawestand û destûr nedan ku derbasî Hesekê bibin.
Malbata Karabag anî ziman ku rastî muameleyek gelek xerab hatine. Pismamê Karadag Ferit Karabag anî ziman ku hêzên PDK'ê hem destûr nedan derbasî milê din ê sinor bibin û hem jî heqaret li me kirin. Ev hêza PDK'ê ku li gelê xwe zilmê dike ferqa qê û hikûmeta AKP'ê ji hev tune ye. Em Kurdistanek wisa naxwazin. Dewleta tirk li vir çi zilmê dike li wir jî leşkerên Barzanî heman zilmê dike."
(mae)