Hêzên Tirk li Amedê kesek kuştin û gelek birîndar hene
NAVENDA NÛÇEYAN Rêxistina DBP'ê ya Amedê ji bo navçeya Sûrê piştî êrîşa polîsan a bi şev pêk hat û pêvçûnên dijwar diqewime banga li gelê Amedê kir ku bibin mertalên zindî.
Rêxistina DBP'ê ya Amedê daxuyand ku li navçeya Sûrê ya Amedê piştî êrîşa polîsan a bi şev pevçûnên dijwar qewimîne û windahî hene ji bo rawestandina operasyonan bang li gelê Amedê kir û xwest bibin mertalên zindî.
DBP'ê daxuyand ku navçe ji şev heta niha di bin dorpêça polîsan de ye, pevçûn didomin û her diçe dijwar dibe. DBP'ê daxuyand ku li taxa Hasirliyê windahî û birîndar hene û ev bangawazî hate kirin: "Bi taybetî semta me ya Balikçilarbaşi di bin agir de ye. Windahiyên sivîl hene. Ji bo ku li navçeya me ya Sûrê windahi zêde nebe em bang li gelê xwe dikin li navçeya Sûrê (Taxa Hasirli- Semta Balikçilarbaşi) bibin mertalên zindî."
Hat ragihandin ku di pevçûnên şevê din de kuheta niha jî berdewam dike hemwelatiyek şehîd bûye û gelek kes jî birîndarin. Pevçûn di van deman de jî berdewam dike û tê gotin dibe ku hêjmara birîndaran zêdetir be.
(rn)