Hêzên Çete: Me û YPG'ê li hev kir
Hêzên Çete: Me û YPG'ê li hev kir em dê Serêkaniyê terk bikin
RIHA (DÎHA) - Hêzên cezayan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan û endamên YPG'ê li hev kirine û dê Serêkaniyê îro terk bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê derbarê şer û pevçûnên li Serêkaniyê û agirbesta ku wan bi şert qebûl kiriye daxuyand ku di 3 rojên dawî de pevçûnên dijwar qewimîne û komên çekdar piştî darbeyên mezin xwarin neçar mane ku bi riya hinek aliyan agirbestê bixwazin û ev tişt hatin gotin: "Di encama hevdîtinan de komên çekdar şertên YPG'ê qebul kirine. Li gorî vê yekê divê heta 2 rojan ev komên çete ji Serêkaniyê derkevin, herwiha biryar hate girtin ku di nava 2 rojan de ji bo birêvebirina kar û barên bajêr meclîsek bê avakirin. Li gorî agirbestê divê ev şert di 2 rojan de bêne bicîhanîn."
Li ser vê yekê endamên koma cete li biryargeha xwe ya pişt Mala Mamosteyan kom bûn û daxuyanî dan. Piştî koma ku ji nêzî 100 kesan pêk dihat daxuyanî da, li ser navê wan kesek hat ber sînor û bi erebî daxuyanî da. Kesekî jî daxuyanî wergerî tirkî kir. Kesê ku daxuyanî da, diyar kur ku wan û endamên YPG'ê li hev kirine û li ser peymanê duh komekê Serêkaniyê terk kir û îro dê koma din jî Serêkaniyê terk bikin. Nûnerê komê bang li endamên xwe yên hatine Serêkaniya Rihayê jî kir û xwest ew jî vegerin.
Li aliyê din ala hêzên OSO ku li Ofîsa Serêkaniyê hatibû daliqandin û ji aliyê kesên nediyar ve hatibû daxistin îro dîsa hildan jor.
(mae)