1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hêzên çeteyan dê bajar terk bikin?
Hêzên çeteyan dê bajar terk bikin?,hêzên,çeteyan,dê,bajar,terk,bikin

Hêzên çeteyan dê bajar terk bikin?

Li Serêkaniyê hêzên çeteyan dê bajar terk bikin?

A+ A-

RIHA (DÎHA) – Komên çete yên çekdar ku di 8'ê mijdarê de ketibûn Serêkaniyê û di 19'ê mijdarê de jî êrîşî navenda asayîşa sivîl kiribûn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersîv da Hêzên OSO û windaniyên mezin dan wan û xwest di nava 2 rojan Serêkaniyê vala bikin. Hate dîtin ku di sateên dawî de hêzên OSO ji bo di embarên zexîre de bi cih bibin, ambaran vala dikin. Li gori agahiya welatiyê ereb ê bû şahidê buyerê diyar kir ku çete amadekariya Serêkaniyê terk bikin dikin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Hasekiyê rageşiya di navbera YPG'ê OSO'yê de didome. Piştî pevçûnên 2 roj berê YPG'ê xwest di nava 48 saetan de çeteyên OSO Serêkaniyê terk bikin. Di encama hevdîtinên hatine kirin de Fermandariya YPG'ê bi 2 şertan daxwaza agirbestê qebul kir. Li gorî agirbestê divê heta 2 rojan koma bi navê Guraba El Şam ji Serêkaniyê derkeve. Her wiha divê ji bo rêveberiya bajar jî ji kurd, ereb, ermenî û suryaniyan meclîsek bê avakirin. Fermandariya YPG'ê aşkera kir ku heta 2 rojan şertên wan neyên bicihanîn, ew ê agirbestê bidawî bikin û van koman ji bajêr derbixînin. Şertê YPG'ê ku ji çeteyan xwest saet di 16.00’an de bi dawî dibe. Bi nêzîkbûnê demê re nêzî 100 endamên koma çeteyan li dervê navçeya Serêkaniyê li biryargehê kom bûn. Endamên koma çetayan ku serê sibê li hev kom bûn û tekrir anîn poz dan kamerayan. Welatiyekî ereb ku bû şahidê bûyerê diyar kir ku çeteyan diyar kirine ku dê navçeyê terk bikin û endamên YPG'ê jî diyar kirine ku dê alên xwe cid bikin. Serê sibê jî hate dîtin ku embara zexîre û qut ya Serêkaniyê tê valakirin û ji bo ceteyan amadekariya cih tê kirin. Hate dîtin genimê di embaran de bi kamyonan tê valakirin û amadekariya cih tê kirin.

(mae)