1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hîleya AKP'ê ya endamtiyê
Hîleya AKP'ê ya endamtiyê,hîleya,akp,ê,ya,endamtiyê

Hîleya AKP'ê ya endamtiyê

Ji bo hilbijartinan çend saet man lê hê jî lîstik û hîleyên nû yên AKP'ê yên hilbijartinê derdikevin holê.

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - AKP'ê welatiya bi navê Guler Ozdemîr bêyî ku agahiya wê hebe kir endama partiyê. Ozdemîr bertek nîşanî vê pêkanînê da û got "Ez yekemîn hîleya ku AKP'ê kiriye nîn im, dê nebim dawî jî."

Ji bo hilbijartinan çend saet man lê hê jî lîstik û hîleyên nû yên AKP'ê yên hilbijartinê derdikevin holê. AKP bêyî agahiya welatiyan wan dike endamê xwe. AKP di heman demê de kesên ku dike endam re bangawaziya beşdariya mîtînga Davutoglu ya Enqereyê jî dike. Yek ji van mexdûrên AKP'ê jî welatiya bi navê Guler Ozdemîr a li Enqereyê dijî ye. Ozdemîr bilêv kir ku beriya 3 rojan ji Serokatiya Rêxistina AKP'ê ya Enqereyê peyam hatiye şandin û hatiye gotin ku ew endama teştîlata Çankayayê ya aktîf e.

'Ev hîleya yekemîn a AKP'ê nîne...'

Ozdemîr destnîşan kir ku li ser peyamê çûye Navenda Giştî ya AKP'ê û wiha axivî: "Dema ku ez çûm navenda giştî ji min re gotin 'agahiya me tune ye serî li navçeya Çankayayê bidin li wir dikarin endamtiya xwe betal bikin.' Min got 'hûn agahiyên min ji kû digirin ez ê serlêdana suc bikim' li ser vê yekê bersiva 'çi dikî bike dan min." Özdemîr der barê mijara ku ew kirine endam de jî wiha axivî: "AKP her tim partiyeke didize ye. Ev endamtiya ku kiriye jî yek ji van e. Ez yekemîn hîleya ku AKP kiriye nînim, dê nebim dawî jî." Ozdemîr got ku ew ê der barê mijarê de serlêdana suc bike.

Ji bo mîtîngê peyam şandin

Her wiha ji Ozdemîr re ji bo beşdariya mîtinga AKP'ê peyam hatiye şandin. Di peyama ku ji aliyê Serokê AKP'ê yê Enqereyê Mustafa Nedîm Yamali Ak ve hatiye şandin de wiha tê gotin: "Birêz endama eşkîlata me di hilbijartinên 1'ê Mijdarê ku em bi tena serê xwe ber bi îxtidarê ve dimeşin de hatina cem hev a herî mezin li Enqereyê bi beşdariya Serokwezîrê me Ahmet Davutoglu jî beşdar bibe û peyamên girîng bê dayîn e ji bo bibin şahidên vê yekê roja şemiyê saet di 14.00'an de li Qada Sîncanê em bên cem hev."

(sa/sy)


Bêjeyên Miftehî