1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hîzbî Zahmetkeşan jî tevlî kampanyaya Azadiya Ocalan bû
Hîzbî Zahmetkeşan jî tevlî kampanyaya Azadiya Ocalan bû,hîzbî,zahmetkeşan,jî,tevlî,kampanyaya,azadiya,ocalan,bû

Hîzbî Zahmetkeşan jî tevlî kampanyaya Azadiya Ocalan bû

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku hatiye destpêkirin her ku diçe mezin dibe. Li Herêma Federal a Kurdistanê Partiya Hizbî Zahmetkeşanî Kurdistan jî tev li kampanyayê bû.

Kampanya îmzeyan a ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan ku li Ewropayê hat destpêkirin û li Herêma Federal a Kurdistanê belav bû her ku diçe fireh dibe. Kampanya ku di serê meha Gulanêde li herêma Federal a Kurdistane dest pê kir, Partiya Hizbî Zahmetkeşani Kurdistan tev li îmzeyan bûn. Endamê Înîsiyatifa Kampanya Îmzeyan a Ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir Kadîr û Serdar Star, Navenda Giştî ya Partiya Hizbi Zahmetkeşanî Kurdistan a li Hewler ziyaret kir. Endamên Kampanyayê diyar kirin ku ziyareta wan erênî derbas bûye û wiha got: "Divê demek berî demekê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zindanê bê derxistin. Sekreterê Giştî yê Hizbi Zahmetkeşani Kurdistan Behman Huseyin, jî diyar kir ku wekî partiye piştgiriyê didin kampanyayê. Li gel Huseyin endamên Polîstuorya Hizbi Zahmetkeşanî Goran Celal, Bekes Kadir û Hiwa Seyit Selim jî belgeyên kampanyayê îmze kirin.

Piştî hevdîtinê Endamê Polîtburoa Hizbî Zahmetkeşani Kurdistanê Hiwa Seyit Selîm, diyar kir ku ew bi hemû rêxistin û saziyên xwe tev li vê kampanyayê dibin. xwest Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji lîsteya terorê bê derxistin û azad bibe.

(mae)