´Hûn ji welatên me derbikevin´
Ji Karayilan bo Erdogan: Hûn ji welatên me derbikevin
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “PKK’yiyên ku çekan deynin dikarin biçin welatê sêyemîn” û got: “Erdogan dibêje ku hûn ê bibin Tirk û mileteke tenê qebûl bikin, an na hûn bi ku de diçin herin. Ez jî dibêjin çi karê we li welatê me ye? Ev der Kurdistan e. Divê hûn ji welatê me derbikevin û biçin.”
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama xwe ya sala nû de ku di Stêk Tv de hate weşandin, pêşketin û bûyerên di sala 2012 de qewimîn nirxand.
Karayilan ku xwest sala 2013 bibe wesîleya azadî, demokrasî û biratiya gelan, bal kişand ku gelê Kurd li her qadê li hemberî êrîşên topyekun li ber xwe daye.
Karayilan destnîşan kir ku polîtîkayên tunekirinê yên ku AKP li hemberî gelê Kurd dimeşîne, bi berxwedana Îmrali, girtiyên azadiyê, gerîlayên azadiyê û bi berxwedana gelê Kurd hatiye pûçkirin.
Mûrat Karayilan diyar kir ku gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyê welat di warê siyasî û dîplomasiyê de têkoşîneke girîng meşandine û sala 2012 weke sala berxwedan û serkeftina gelê Kurd bi nav kir.
GELÊ KURD DÊ LI HER DERÊ DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZE
Karayilan bal kişand ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku 19’ê tîrmehê dest pê kir û destnîşan kir ku ev dîrok ji bo hemû gelê Kurdistanê rûpeleke nû ye û diyar kir ku gelê Kurd di sala 2012 de destkeftiyên xwe parastin û dê ji niha û pêve jî biparêzin.
Mûrat Karayilan got ku sîstema Rojhilata Navîn hilweşiyaye û li herêmê dîzayneke nû çêdibe û diyar kir ku dê gelê Kurd di vê pêvajoyê de cihê xwe bigire û tu kesek nikare rê li pêşiya vê yekê bigire.
POLÎTÎKAYÊN TIRKPERESTIYÊ FERZKIRINA ASÎMLASYONÊ YE
Karayilan her wiha bûyer û pêşketinên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê jî nirxand û bang li hukûmeta AKP’ê kir ku dest polîtîkaya xwe ya yekperest berde û got: “Ji ber ku berdewamkirina polîtîkayên yekperest tê wateya Tirkperesteya bi darê zorê. Ev 90 sal in ku we ev yek bi ser nexistiye, hûn nikarin ji niha û pêve jî bi ser bixin. Divê dewleta AKP’ê vê rastiyê qebûl bike.”
EV DER WELATÊ ME, BILA DAGIRKER DERBIKEVIN
Karayilan bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a bi awayê “PKK’yiyên ku çekan deynin dikarin biçin welatê sêyemîn” û got:
"Ez weke wî zimanê xwe xirab nakim, lê ez hemû gotinên wî li wî vedigerînim. Erdogan dibêje ku hûn ê bibin Tirk û mileteke tenê qebûl bikin, an na hûn bi ku de diçin herin. Ez jî dibêjin çi karê we li welatê me ye? Ev der Kurdistan e. Divê hûn ji welatê me derbikevin û biçin.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser nîqaşên çapemeniya Tirk ên ji bo rûreşkirina PKK’ê dimeşîninû got: “
"Em niha bi hêz in. Em ji têkoşîna xwe gav ber bi paş ve naavêjin. Lê ger gelê Kurd were nasîn, ev rastî were dîtin û qebûlkirin û dewleta Tirk dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê berde, wê demê em jî dê bibin alîgirên diyalog û muzakereyan.”
KAMPANYAYA ÎMZEYAN DIVÊ BI SERKEFTÎ BI DAWÎ BIBE
Mûrat Karayilan bal kişand ser kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û xwest ev kampanya bi serkeftî bi encam bibe û bang li Kurdistaniyan kir.
Karayilan ji bo malbata Parlementerê Amedê Şerafetîn Elçî ku heftyea borî jiyana xwe ji dest da daxwaza sersaxiyê kir.
Her wiha Karayilanbal kişand ser rewşa Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ku li Almanayayê tê derman û xwest Talabanî di demeke kin de baş bibe û bigihe tedurstiya xwe.
ANF NEWS AGENCY