Hûn ne bi tenê ne
Stenbol - Anf Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê Şaxê Stenbolê, ji bo girtiyên nexweş xwe bigihînin wan bi serenavê "Hûn ne bi tenê ne" îlanek amade kir.
XWE BIGIHÎNIN ME
Îlan bi vî rengî ye:
1-Eger tedawiya we tê astengkirin,
2-Tevî tedawiyê jî eger demeke dirêje rewşa we baş nebûye,
3-Eger we daxwaza taloqkirina ceza kiribin, hemû raporên xwe, gilî û gazinên xwe, agahiyên xwegihandinê yên malbat, wasî û parêzerên xwe û hemû binpêkirinên mafên mirovan ên hatine serê we, ji ÎHD'ê re ragihînin. Eger derfeta we ya tedawiya li girtîgehê tinebe û hûn bi tena serê xwe nikaribin bijîn,
4-Daxwaza "taloqkirina ceza" li dozgeriya înfazê bikin.
Qanûna li ser taloqirina ceza: Li gorî bendên 3. û 6. ên xala 16. a Qanûna Înfazê ya Tedbîrên Ewlekariyê û Ceza ya bi Hejmara 5275, hûn dikarin serlêdana xwe li dozgeriya înfazê ya cihê hûn lê ne bikin.