'Hûn çima bi telefonê li zarokên xwe digerin'
Di bin çavan de pirsa 'Hûn çima bi telefonê li zarokên xwe digerin' pirsîn
Derket holê ku di operasyona bi navê KCK'ê li 16 bajaran pêk hat de kesên hatin binçavkirin bi piranî xizmên kesên ku tev li PKK'ê bûne. Ji kesên di operasyona di çapemeniya tirk de wekî "Pêla mezin a KCK'ê" û "Pişta KCK'ê şikest" de pek hat de, pirsên "Tu çima bi şopa aqûbeta windayan û xizmên xwe dikeve?" pirsîn û bi endamtiya KCK'ê tên sucdarkirin.
3 roj berê li 16 bajaran di bin navê "KCK'e" de operasyon hatin lidarxistin. Di operasyona bi fermana Dozgeriya Bi Rayeya Taybet a Stenbolê li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Wan, Amed, Êlih, Mûş û gelek bajarên din li dijî sendîkavan û siyasetmedarên kurd pêk hat de, bi 10'an sendîkavan û siyasetmedar hatin binçavkirin. Kesên hatin girtin li Midûriyeta Polisan a Stenbolê tên girtin. Piştî 24 saet derbas bû û biryara veşariyê rabû parêzer çûn Midûriyeta Polîsan. Derket holê ku bi tevahî 49 kes hatine binçavkirin.
'Tu bi çi armancê bi kesê li Qendîlê ye re axivî'
Hate zanîn ku hin kesên hatine binçavkirin tu têkiliya wan bi partiyên siyasî re tune û ne endamên tu partiyan in. Hate zanîn ku polîsan di lêpirsînê de ji kesên xizmê wan di nava PKK'ê de pirsên wekî "Tu çima bi telefonê li gel xizmê xwe axivî û te çima maîl jêre şand?" û bi endamtiya KCK'ê tên
Dewletê dixwest bi turên taybet malbatan bibe qendîlê
Di serdemên berê de rayedardên hikûmetê ji bo ku PKK'ê ji çiyê daxe bang li malbatan dikir û dixwest wan bi tûrên taybet bibin Qendîlê. Niha jî malbatên PKK'î ku xwestin bi rêya telefon û înternetê bi zarokên xwe re biaxivin wekî sûc derket pêşberî wan. Rayedarên ku berê ji malbatan xwest zarokên xwe îkna bikin û ji bo vê yekê jî gotin em dê hemû derfetan pêşkêşî wek bikin, niha pirsên balkêş dikirin. Polîs di salên borî de diçûn li malbatan digeriyan û ji bo ku balbat biçin qandîlê zarokên xwe îkna bikin diketin nava hewldanên taybet. Dewleta ku dixwest malbat bi zarokên xwe re têkevin têkiliyê niha pirsa "Hûn çima telefonî wan dikin? dipirse.
Ji 49 kesên ku 3 roj berê hatin binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan tên girtin navê 46 kesan wiha ye: "Mizgin Mujde Arslan, Rêvebera BDP'ê ka Bakirkoyê Sevgî Kiliç, Huseyin Kok, Seroka BDP'ê ya Bakirkoyê Fîlîz Yilmaz Canpolat, rêveberên BDP'ê Murat Aktaşçi, Mustafa Arslan, Betul Azra Civîl, Huseyin Ozturk, Umran Urek, Zubeyir Anuk, Engîn Kaya, Mehmet Kaya, Endamê meclîsa Şaredariya Wanê Îdrîs Canbay, Şukru Zehra, Paşa Cokşen, Zeynettin Çokşen, Humber Tayboga, Endamê BDP'ê Mehmet Şerif Dogala, Endamê BDP'ê Esin Ceylan, Yılmaz Ebat, Sebahattin Karakoç, Haşim Timurtaş, Derviş Arvas, Ozcan Soysal, Bakîl Alpaslan, Cihan Can, Tayfur Turgut, Ozay Şahîn, Ferhat Oner, Fetlî Saglam, Kurtuluş Baydar, Nîgar Kahraman, Şehmuz Uzgun, Ercan Çoban, Îdris Aydogan, Necip Altinlî, Mehmet Ozer, Atilla Karabakan, Yavuz Karabakan, Mahîr Enul, endamê BDP'ê Sîdar Yilan, Feridun Saglar, Mehmet Bartin, Ahmet Ortam, Yunus Kamış, Serdar Cengiz." DÎHA (mae)