Hûn çiqas tansiyona çavan nas dikin?
Li Amedê anketa têkildarî tansîyona çavan (glokom), derxist holê ku beşek mezin ya civakê cara yekem navê nexweşîyê dibihîze. Di encama anketê de hate hînbûn ku ji sedî 90 beşdarvanên anketê heta niha tansîyona çavan ne pîva ne û ji sedî 70 beşdarvanên anketê jî nizane ev nexweşî çi ye.
Ji nexweşiyên ku di nava civakê de zêde ye, yek jê nexweşiya tansiyona çavan e. Ev nexweşî zêde di nava civakê de nayê zanîn. Li ser nexweşiya tansiyona çavan û naskirina vê nexweşiyê anketek hate çêkirin. Anketê li ser naskirin û tedbîrên li hemberî nexweşiyê encamên girîng derxist holê. Der barê nexweşiya tansiyona çavan de Operator Doktor Lokman Balyen ê ku li Nexweşxaneya Baglar ya Taybet de wekî pisporê nexweşîyên çavan dixebite anketek amade kir. Di encama anketa ku ji bo agahdariya civakê hate amadekirin de derket holê ku nexweşî bi awayekî baş nayê zanîn. Op. Dr. Balyen diyar kir ku ev nexweşî dema qanalên ku ava di nava çav de dirjînin derve dixetimin pêk tê û ev nexweşî gelekî xof û bidizî ye. Balyen, anî ziman ku ev nexweşî wek dizekî bêdenge û eger neyê tedawîkirin dê dikaribe bibe sedema korbûna çavan a mayînde. Dr. Balyen, destnîşan kir ku di hundirê çav de aveke zelal a ku wek 'akoz humor tê binavkirin digere û wihagot: "Ev ava ku di nava çav de diherike divê piştî demekê bi awayekî birjê derveyê çav. Lê dema ku li pêşîya vê avê astengîyek hebe ev ava di çav de kom dibe. Ava ku kom dibe jî di nava çavde zirarê dide retînayê (sîsik) , sinîra optîk û tebaqeya sinîr ya retînayê. Bi vî awayî jî korbûn çêdibe.
'Ji sedî 90 beşdarên anketê tansiyonê çavên xwe nepîvan e'
Dr. Balyen, xwest kesên di nava koma rîskê ya nexweşîya Glokomê de ne bêhtir li xwe miqate bin û wiha pêde çû: "Hinek tîpên glokomê hene, rîska wan zêde ne. Heke mirov mîyop be, korneaya çavê wî tenik be û ixtiyar be bêhtir di bin riska nexweşîye de dijî. Disa zayend (di nava jina de bêhtir tê dîn), cixare, zêdebûna şidda xwînê, kêmbûna şidda xwînê, genetîka malbatê jî hinek sedemên nexweşîya golokomê ne. Op. Dr. Balyen derbirî ku wî ev anket li ser 500 nexweşê xwe pêk anîye û encama anketê zêde ew kêfxweş nekir. Balyen, li ser encam û daneyên anketê rawestiya û wiha axivî: "Me encamên balkêş derxistin holê. Minak, ji sedî 90'ê beşdarên tevlî anketê bûne heta niha tansîyona çavên xwe ne pîvane. Ji sedî 10 beşdarên anketê, an nexweşê glokomê ne an jî nexweşî di nava malbata wan de heye. Ji sedî 20 beşdar nizanin ku nexweşîn an na. Di encama anketa ku di nava 500 kesî de hate çêkirin de derket holê ku ji sedî 70 kes heta niha navê vê nexweşîye ne bihîstîye. Ji ji sedî 30 ji nexweşiyê agahdar in. Ji sedî 10'an tansiyona çavê xwe pîvan e û ji sedî 90 jî nepîvan e.
Wêne: Mûhammed Kasim Îpek DÎHA (kî/mae)