Hûnermendê ‘Derwêşê hemdem' li kûçeyan kurdî vedibêje!
BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) – Mesut Yazgi yê ku gelê heremê wî wek “Derwêşê dema modern” bi nav dike, li derve an go hûnera kûçeyan a kurdî dike, ev 3 mehe ji Stenbolê hatiye û bi kurdî li gel gîtara xwe stranan dibêje. Mesut Yazgi, anî ziman ku muzîka kurdî ya li kûçeyan li heremê bi awayekî erenî û cidî li ser gel bandorê dike û got ku dema ew li Stenbolê mûzîka kurdî dibêje her tim rastî tundiya polîs, nijadperest û zabitayan hatiye û bi di çarçoveya zagona “Qanuna biqebehatî” gelek car hatiye cezakirin.
Mûzîka kurdî ya li kûçeyan, yekemîn car li Stenbolê li derdora Kolana Îstîklal û li qadên cûr bi cûr destpêkir. Ciwanên kurd ên ku li kûçeyan bi kurdî stranan dibêjin gelek caran rastî tundî û êrîşên polîs, nijadeperest û zabitayan tên. Hûnermendên kurdî yên kuçeyên li Rojavayê Tirkiyê yên rastî êrîşan, tên dem bi dem jî mûzîkê tînin bajarên heremê.
Ew li kolanê mûzîkê çêdike
Di raya giştî de cara yekem li Taksîmê mûzîka kurdî ya li kûçeyan ji aliyê “Koma Sê Bira” ve destpêkir û piştî vê komê ciwanê bi navê Mesut Yazgi yê 26 salî jî li kûçeyan dest bi mûzîka kurdî kir. Yazgi, ewil xwe hînî gîtarê dike û ev 7 sale li kûçeyan li gel lêxistina gîtarê muzîka kurdî pêşve dibe. Yazgi, beriya 3 meh biryar digire û derdikeve tura muzîkê ya bajar û navçeyên heremê. Yazgi ewil li Amedê dest bi gera xwe dike û li hemû bajar, navçe û bajarokên heremê digere û ji gel re stranan dibêje. Yazgi, yê ku ewil li Amedê dest bi gera xwe dike piştî hemû bajar, navçeyên heremê li Dêrsimê gera xwe bi dawî dike. Yazgi, piştî Dêrsimê carek din hate Êlihê û di saetên êvarê de muzîka kurdî ji bo welatiyan pêşkêş dike. Yazgi, her êvar li ber fîgûra mûzîkê ya li hember Sînemaya Yilmaz Guney, derdikeve û li gel gîtara xwe stranên kurdî dibêje û bala welatiyan dikişîne.
Yazgi, rastî astengiya zabitayan tê
Lê balkêşe Mesut Yazgi yê ku li bajarên Tirkiyê rastî tundiya polîsan û zabitayan tê, li Êlihê jî rastî astengiya zabitayan hat. Duh êvarê li ser hişyariya zabitayan Yazgi, neçar ma ku dawî li vegotina stranan bîne.
‘Armanca min belavkirina mûzîka kurdî ye’
Mesut Yazgi, tekîldarî karê xwe yê muzîkê agahî da. Yazgi, bi bîr xist ku ev heft sale li kûçeyan û kolanan stranan dibêje û wiha got: “Min li Stenbolê dest bi karê mûzikê kir. Lêxistina muzîka kurdî ya li kuçeyên metropolan a ku dikeve rewşek berfireh, min xwest ez werim li Kurdistanê jî vê çandê bi gelê xwe re bidim parvekirin. Ez li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê geriyam. Armanca min ew e ku ez vê mûzîka azad li kûçeyan lêdixim li her devera Kurdistanê belav bikim û vê çandê berfireh bikim. Min di gera xwe ya Kurdistanê de ewil li Amedê destpêkir. Ez pişt re çûm bajar û navçeyên din ên Kurdistanê. Heta carna diçûm gundan jî min mûzîk çêdikir. Muzîka kurdî ya li derve tê çêkirin pir xweş û bi bandor e.”
‘Ev tarza me çanda dengbêj û derwêşan e’
Yazgi, destnîşan kir ku mûzîka kûçeyan a kurdî li ser gelê heremê bi awayekî cidî bandor dike û wiha got: “Bi taybetî ji ber ku ev muzîk bi kurdî ne gelek eleqeya welatiyan û civakê dikişîne ser xwe. Muzîka ku ez lêdixim û dibêjim, li hember çanda kafeyan, muzîka tirkî û kurdî ya li mekanan tên gotin, alternatîfek e. Muzîka li kûçeyan bêtir bala gel dikişîne. Ji ber ku li heremê cara yekem ev mûzîk tê çêkirin rastî gelek eleqeyek zêde tê.”
'Dengbêjê hemdem'
Yazgî, da zanîn ku stranê dibêje gelek peyamên siyasî dide civakê û wiha got: “Ez stranên evîndarî û carna jî yên dengbêjî jî dibêjim. Lê ez klamên dengbêjî hindik dizanim. Ez çûme kîjan deverê gelê me min wek ‘Derwêşê hemdem' bi nav dikir. Raste ji xwe mûzîka ez çêdikim jî wek tarzê çanda dengbêjiyê û derwêşan e. Dema berê çawa dengbêj û derwêş digeriyan, ez jî wek digerim. Ew jî li her deverê digeriyan. Çêkirina mûzîka me jî li her deverê gerandin e. Ji ber vê yekê me dişibin wan.”
Li hember mûzîka kurdî hînceta ‘Qanuna biqebehetî’!
Yazgi, destnîşan kir ku ji ber mûzîka kurdî vedibêje gelek caran li Stenbolê rastî tundî û êrîşên polîs, nijadperest û zabitayan hatiye û wiha got: “Polîs û zabita li gel ku hişyarê ne dikirin jî bi şîdeta xwe dijwar êrîşî min kirine. Gelek caran li min heqaret jî kirine. Li ser heqeratê jî bi hînceta “Qanuna biqebehetî” vegotina mûzîka min asteng kirine. Ev astengiyên wan bi zanebûn li hember zimanê kurdî ye. Bê tehamûliya ziman û stranên kurdî ye.”
(bg/lg/ça)