ICG´ê çima nêrînên xwe guherand?
Koma Krîzê çima nêrîn û gotinên xwe yên di mijara PYD’ê de guhert?
MERAL ÇİÇEK - HEWLÊR 09.05.2014 10:04:40 Koma Krîzê ya Navnetewî ya li Brukselê ye (ICG) bi giranî ji aliyê dewletên NATO’yê ve tê fînakirin. Karê wê yê esas eve ku der barê bûyerên li herêmên cuda yên cîhanê derdikeve raporê amade dke. Yanî xizmeta jeopolîtîk dike. divê raporên wê jî bi vî awayî bê xwendin.
ICG di 1995’ande bi pêşengiya Morton Abramowîtz û xwediyê Weqfa Soros Geroge Soros ve hat avakirin. 15 mîlyon buçteya wê heye û ji nîvê vê ya dewletê, ji sedî 26 ya weqfên navnetewî û ji sedî 20 jî ya kesane. Di nava fînasoran de ligel 13 welatên endamên Yekitiya Ewropa û komîsyona Ewropayê, DYA, Tirkiye,Avusturya, Kanada, Yenî Zeland, Norveç û Swîsre heye. di lijneya şêwirmendiyê de sekreterê giştî berê yê NY’ê Kofî Annan, sekreterê giştî yê berê yê NATO’yê û sekreterê giştî yê berê yê Konseya Ewropayê Javîer Solana, wezîrê karê derve yê Swîsreyê Mîchelîme Calmy-Rey û wezîrê karê derve yê Alman Joschka Fîscher jî cih digire.
Koma krîzê ji 2011’an heta ji nêz ve bi pirsgirêka kurd ve eleqeder bû. sala 2011’an bo kurdan salek di nava berxwedanê de derbas bibû. Di wê demê de ICG raporeke bi ser navê ‘Tirkiye:Dawî li serhildana PKK’ê anîn.”
Di îlona 2012’an de jî ICG duyemîn rapora xwe ya der barê kurdan de weşand.ev rapor beriya hevdîtinên di navbera Ocalan û dewleta tirk de pêk hat. Sernavê raporê ‘Tirkiye:Çareseriya pirsgirêka kurd û PKK bû. koma Krîzê pêvajoya ‘berlêvekirina demokratîk’ ya AKP’ê nirxand û nexşerê da ber AKP’ê. Lê ev nexweşêrê xwedî mantikeke ku pirsgirêka kurd cuda, PKK cudaye dihundirand. Yanî ne xweseriya gelê kurd, azadiya kurd, bêçekirina PKK’ê bû.
Çar meh derbas nebû rapora sêyem weşand. Bi ser navê ‘Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd’. Ji bo pêvajoya diyalogê pêniyar ji bo her du aliyan dihat kirin.
Piştî vê di çileya 2013’an de der barê Rojava de raporek amade kir. di rapora sêyemîn de dihat gotin li Rojava du tiştên sereke ‘netewperestiya krud/modele netewî’ serdeste û got ku xwediyê van her du paradîgmayan PKK û PDK ye. ICG’ê wê demê der barê têkoşîna azadiya kurd ya Rojava de zimanekî gelek nerm bikardianî. Heta bang dikir ku divê hêza çekdarî û girseyî ya PYD’ê bê naskirin.
Di rapora ICG ya ku duh hatiye weşandin de ya bi navê ‘Gelo ketina Îkarus e? Bilindbûna nezelal ya PYD’ê a li Sûiryeyê’ weşand û di vê raporê de bi giştî nêrîn û gotinên xwe guhert. Di vê raporê de PYD wek ‘Hekvarê rejîma Esad, dij-demokratîk, li dijî nêrînên din bê tehemule, gayrî rewaye, hêza serdest’ hat îfadekirin. ICG ya ku îdiayên xwe wek hêmayên hatine tespîtkirin pêşkêş kir, diyar kirku sedema ku PYD ji derveyê Ceneverê maye wek ‘navber nekiriye navbera xwe û rejîmê’ hat nîşandan. Her wiha îdiakirin ku PYD’ê herêma kurd ya Sûriyeyê azad nekiriye û ketin cihên ku rejîmê vala kirine! Ev îfadeyên di raporê de bi awayekî aşkera tê wateya ‘li Rojava şoreşek din tune!’