1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye
Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye,irmak,armanca,me,dengê,kobanê,bigihînin,dinyayê,ye

Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye

Selma Irmak, Kemal Aktaş, Sebahat Tuncel û Feleknaz Uca ji bo greva biriçîbûnê ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bînin ji Stenbolê çûn Cenewreyê

A+ A-

STENBOL (DİHA) - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û endama Lijneya Îcrayê ya KCD'ê Feleknaz Uca ji bo greva biriçîbûnê ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bînin ji Stenbolê çûn Cenewreyê. Beriya çûyînê Selma Irmak der barê çalakiya greva birçîbûnê de got ku armanca wan dengê Kobanê bigihînin raya giştî, saziyên navneteweyî û bêdengiya wan a li hemberî êrîşên li Kobanê bi van gotinan rexne kir: "Hemû dinya DAIŞ'ê wekî terorîst dibînin û dibêjin divê li hemberî wan têkoşîn were meşandin. Tenê ew vê yekê dibêjin û ji vê pêktir tu tiştekî din nakin."

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û endama Lijneya Îcrayê ya KCD'ê Feleknaz Uca piştî lêkolîna li Kobanê kirin daxuyandin ku ew ê li ber avahiya NY'ê ya Cenewreyê dest bi greva birçîbûnê bikin. Delma Irmak beriya ku biçin Cenewreyê li Balafirgeha Ataturkê der barê çalakiya xwe da agahî DÎHA'yê. Irmak diyar kir ku bernameya çalakiyan wan piştî ku biçin Cenewreyê dê zelal bibe û li wir hin hevdîtinan pêk bînin. Irmak got ku armanca wan dengê Kobanê di serî de NY ragihînin raya giştî û anî ziman ku ewilî nagewaziya wan ji bo NY'ê ye.

'Ligel xetereya qirkirinê jî NY hêj peywira xwe bi cih neaniye'

Irmak bilêv kir ku ew ê li ber avahiya NY'ê dest bi greva birçîbûnê bikin û ev tişt anî ziman: "Îro li Kobanê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û li hemberî vê êrîşek mezin heye. Li gorî agahiyên ji me re tên hatine heta nêzî bajar. Li wir gelê Kobanê bi qirkirinê re rû bi rû ne. Lê mixabin ligel vê xetereya qirkirinê jî NY dest ji tevgerîna wê berdin hêj jî daxuyaniyek jî nedane. Ji bo ewlehiya gel bê misogerkirin tevdîr bên girtin û di serî de alîkariya leşkerî û hemû alîkariyê bi gel bikin. Ji bo vê yekê em ê tekevin nava helwdanan." Irmak da zanîn ku di çalakiyê de ew ê ev helwesta NY'ê jî şermezar bikin û peywira NY'ê bîni bîra wan.

'Divê piştgiriya lojîstîk û çek bê kirin'

Irmak bi bî xist ku hêzên navneteweyî diyar kirin ku ew ê destekê bidin kurdan û ev yek wekî ku tenê bi pêşmergeyan re bê kirin hat fêmkirin û wiha pêde çû: "Divê ev piştgiriya ku hat gotin bê kirin. Em vê yelê girîng dibînin. Lê beriya niha DAIŞ'ê heta Kerkûkê êrîş kirin. Ev yek gefa li hemberî Rojhikata Navîn e. Lê belê kurd tenê ne pêşemerge ne. Rojavayê vê heye, Şengala vê heye. Divê desteka lojîstîk û çekên pêwîst bê kirin."

Irmak derbirî ku ew rewşeke geleke cidî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xetereya li Şengalê niha ji bo Kobanê heye. Ji bo vê em ê li hev rûnên û hevdîtinan çêbikin. Gel bi qirkirinê re rû bi rû ye. Îro li wir gel li ber xwe dide û her ku xetere nêzîk dibe gel cih û warê trek dikin û diçin ber sînor. Divê destekê bide Kobanê. DAIŞ dijminê mirovahiyê ye û ew dijminê Tirkiyeyê ye jî. Divê Tirkiye vê yekê bibîne û destekê bide Kobanê."

(wk)