Irmak: Der barê çiyayê Kirklarê de em hemû sûcdar in
HAYRÎ DEMÎR
AMED (DÎHA) - Der barê çiyayê Kirklarê ya Amedê ku ji bo îmarê hate vekirin û avahî tên çêkirin de nîqaş didomin, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak derbarê çareserkirina pirsgirêkê de mizgînî da. Irmak rexnedana xwe "em carna dişibin sîstemê" da û diyar kir ku projeyên bi vî rengî ji bo wan şermek e û di vê mijarê de hemû kes sûcdar in, ji bo çareserkirina pirsgirêkê ji gel alîkarî xwest.
Têkîldarî çiyayê Kirklarê ya Amedê ku di 2010'an de bi projeya hate erêkirin ve ji bo îmarê hate vekirin nîqaş didomin. Di 2010'an de ji bo 200 avahî, navendeke kar û oteleke çiyayê Kiriklarê ji bo îmarê hate vekirin û herî dawî jî karsazekî ji bo navendeke kongreyê ya 5 hezar kesan serî li Wezareta Çand û Turîzmê da, bi vî rengî qad tevahî dibe beton. Li dijî vê yekê hemû derdor nerazîbûn nîşan didin. Li dijî vê yekê mizgîniya ku hemû kesan kêfxweş bike ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak hat. Irmak destnîşan kir ku têkîldarî mijarê dê rojên pêş de xebatên wan hebe û ji bo çareserkirina pirsgirêkên qada nav borî bikevin nava liv û tevgerê.
Di rojên borî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak nirxandina "Pirsgirêka çiyayê Kirklarê şeraderiyê derbas dike û mijareke ku AKP kûr dike ye. Bila KCD xwediyên erdê lêkolîn bike û navên wan aşkera bike. Divê hin tişt ji mijara siyasetê bên derxistin û nebin amûra siyasetê" kiribû. Piştî vê hemû kes li benda nêzîkatiya KCD'ê bûn. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî têkîldarî mijarê ji DÎHA'yê re nirxandin kir.
Ji Irmak rexnedana 'em dişibin sîstemê'
Irmak nirxandina "Heke em dixwazin Kurdistanê ji nû ve înşa bikin divê em ji xwe dest pê bikin" kir anî ziman ku di vê çarçoveyê de divê feraset bê guhertin. Irmak anî ziman ku mîsyona KCD'ê jî ev û wiha berdewam kir: "Em jî carna dişibin sîstemê. Em jî divê bajarên xwe di çarçoveya bajarên ekolojîk û demokratîk layiqî mirovan înşa bikin. Encax wê demê em dikarin bi jiyaneke demokratik, ekolojîk û azadîparêz ava bikin û bijîn."
'Ev proje ji bo me şermeke mezin e'
Irmak têkîldarî çiyayê Kirklarê û projeya geliyê Dîcleyê nêrînên xwe anî ziman nirxandina "ev proje ji bo me şermeke mezin e" kir. Irmak got ku ew nikarin di mijara van projeyan de sûc bavêjin stûyê tu kesî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me bi destên xwe ev tişt kir. Me ji bo vê yekê derfet daye. Divê em bi vê rastiyê re hevrû bên û derxînin holê. Divê em ji vê rastiya xwe nerevin. Heke em vê restiyê nebibînin em bi xwe re bikevin nava nakokiyê. Ev pirsgirêk pirsgirêka me kurdan e. Em çiqas ser vê yekê bigirin ewqasî bêhna pîs belav bibe. Ji ber vê yekê jî li ser vê yekê nayê girtin. Ev yek ji bo hemû projeyan derbasdar e."
Irmak destnîşan kir ku li bajarên Kurdistanê bi projeyên ku bi destên dewletê tên çêkirin bi nasnameya bajaran ve tê lîstin û bi vê rengî tê xwestin çand û dîrok bê tunekirin.
Irmak da zanîn ku di vê mijarê de komîsyonên KCD'ê yên Têkîldar xebatan dimeşînin û ji bo rapor bên amadekirin xebat didomin û dê di rojên pêş de bi gel re bên ba hev û ji betonbûne re bibêjin na. Irmak got ku di mijara çiyayê Kirklarê de sûc ne tenê ya rêveberiyên herêmî ye.
'Hemû kes sûcdar in'
Irmak nirxandina "di vê mijarê de gunehek hebe ya me hemûyan e" kir wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila tu kes vê yekê nexe stûyê kesên din, em hemû sûcdar sûcdar in. Qasî mutahîdê îmze avêtiye projeyê û şaredariyan yên li win mal kirîne jî sûcdar in. Yên ku li ser wê axa qedîm xanî çêdikin jî yên dikirin jî sûcdar in. Divê di vê çarçoveyê de em hemû sûcên xwe bibînin û lêborîna xwe bixwazin, bi hev re çareseriyeke hevpar bibînin."
Irmak di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Komisyonên me dê lêkolînên pêwîst bikin ji bo em alîkariyê bidin şaredariyan û biryarên nû bigirin divê li cem wan bin. Dê êrîş çê bin. Ji ber ku bi trilyonan pere herikiye. Guhertina wê derê gelek zehmet e, em ê zehmetiyan bijîn. Em di vê mijarê de bang li gelê xwe dikin û di heman demê de mizgîniyê jî didin. Em ê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewl bidin. Lê pêwîstiya me bi alîkariya gelê me jî heye. Hemû sazî û feraset bi hev re ji bo hin tiştan sererast bikin bihevre tevbigerin."
(sa/wk)