Irmak: Emê tariya 15 Sibatê perçe bikin
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak, têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêweger a bi 6 girtiyên jin re dest pê kir name ji Hevserokên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş re şand. Irmak, di nameya xwe de diyar kir ku ji ber tu çareya wê tuneye bedena xwe daniyê holê û wiha berdewam kir: "Berxwedana Amedê çawa tariya 12 Îlonê çirandiyê em wek jinên girtî yên li zindana Amedê jî dixwazin bi vî dengî tariya 15 Sibatê perçê bikin."
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak, têkildarî greva birçîbûnê ya bêdem û bêweger a bi sedema şermizarkirina 15 Sibatê salvegera anîn Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, tecrîda li ser Ocalan û operasyonên siyasî û leşkerî bi 6 girtiyên jinên siyasetmedarên kurd re dest pê kir name ji hevserokên Giştî yên BDP'ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş re şand. Irmak, diyar kir ku mîsyona dîroka Girtîgeha Amedê di vê pevajoyê de destgirtina înîsiyatîf û peşêngahatiya berxwedana demokratîk daye ser milê wan û wiha berdewam kir: "Hindik be jî ji ber ku ez li dijî vî gelî berpirsyariya xwe bînim cih kêfxweş im. Berxwedana Amedê çawa tariya 12 Îlonê çirandiyê em wek jinên girtî yên li zindana Amedê jî de dixwazin bi vî dengî tariya 15 Sibatê perçe bikin."
Nameya Irmak ji Kişanak û Demîrtaş re şand wiha ye:
"Hevalên min yên pir xwedî qiymet, ez we bi hezkirin, hesrêt û hevîdarî hembez dikim. Ev 4 salin em ji hev dûrin. Me 4 bêhn bi behn û dilê xwe li tiliyên hesin da jiyand û temaşê kir. Me gelek tişt jiyan kir. Dê dîrok şahîdiyê ji serpêhatiyên me re bike. Em jî li hemberî gelê xwe, dîrok û pevajoyê peywîra xwe bi serfirazî cih tînin. Em xabetên we temaşê dikin. Em piştgiriyê didin xebatê we û hêz û marol ji xebatê we digirin."
Irmak, da zanîn ku ji ber geşedanên pêk tên hin caran dilê wan diricife û xemgîn dibin, hin caran jî bi hêrs teşe dikin û dişopînin û wiha berdewam kir: "Divê hem hemû ji her demê bêtir bixebitin û ji berê bêtir xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe dînin holê. Hin car çêdibin ku em destkeftiyên heyî dibin serkeftin. Ji ber vê yekê divê qîmetên ku hatine bidestxistin baş bên parastin."
'Êdî kêliyek ku em winda bikin tune'
Irmak, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de herî zêde nêzî serekftinê ne wiha pêde çû: "Pêvajoyek pir hasas û girîng e. Di vê pêvajoyê de divê em êdî ji van geşedanên ku dîrokê berovajî dike re bêjin bes e. Divê em li gorî rastiya dîrokê hewldanên aştî û çareseriyê pêş bixin. Divê berxwedana vî gelî û tevgerê bê dîtin. Êdî em di pêvajoyek pir hasas re derbas dibin. Kêlikek ku em winda bikin tune. Divê em gav bi gav tevna xweseriya demokratîk li dar bixin û hemû ramanf û hisrê xwe têxin pratîk û meriyetê."
'Vîna gelê kurd Ocalan e'
Irmak, da zanîn ku di vê pêvajoyê de pir dixwest ku li gel wan tev bigere û têbikoşe û wiha pêde çû: "Di vê pêvajoya ku geşedanên girîng pêk tên de destgiredayî û bêdeng temaşekirin, tiştê herî xerab e. Ji bo kesê azadiyê dixwazin û her tiştê xwe ji bo azadiyê plan kiribûn û mejiyê wan azad hemû astengî li pêş wan pûç in. Bê guman rêya hemû kesên ku fikr û zikra wan ji bo azadî û demokrasî ye, di girtîgehan re derbas dibe. Di vê pêvajoya ku pirsgirêka kurd gihiştiye asta muzakere û diyalogan, tekane rêya çareseriyê aştî, demokrasî, naskirina nasname û muzakereyan e. Ev rêyek wekî pira selatê ye. 30 salin gelê me ji bo çareseriya demoratîk, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Ev daxwazên gel hem pir hêsan û hem jî bir zahmet dikevin meriyetê. Ger ku bi Brêz Ocalan re têkevin diyalogê û astengiyên li ser Brêz Ocalan rakin dê pirsgirêk bi hêsanî çareser bibe. Ger ku muzakere û diyalog bi nûner û muhatabê pirsgirêkê re pêş bikeve wê demê dê pirsgirêk bi hêsanî çareser bibe. Ji ber ku tenê xwediyê vîn û maf ê ku li ser çareseriyê gotinê bêje Brêz Ocalan e. em weki hilbijêrên kurd jî tiştê ku bikeve ser milê me em amade ne. Ez jî wekî we naxwazim pêvajo bixetime. Naxwazim ku hevditinên bi Ocalan re bên qutkirin. Ji ber van geşedanên neyînî ez bi fikarim im. Ez van geşedanan wekî komkujiya siyasî dibînim." Irmak, helwesta hikûmetê ya hemberî komkujiya Roboskiyê jî rexne kir û anî ziman ku daxuyaniyên hikûmetê vê komkujiyê diparêze.
'Wicdanê min bêdengiyê qebûl nake'
Irmak, anî ziman ku gelê bi rûmet ê Şirnexê ew hilbijartiye û ew li hemberî gelê Şirnexê yê bi rûmet nikare li cihê xwe bêdeng bimîne. Irmak, da zanîn ku ew wekî jinek kurd wîcdanê wê qebûl nake ku li hemberî van geşedanên ku mafê gelê kurd binpê dike û êrîşê nirxên gel dike bêdeng bimîne û wiha dawî li naneya xwe anî: "Wekî jinek kurd tenê tiştê ji destê min tê ez bedena xwe texim vê rêyê. Min dixwest ez tev li we bibim û vê pêvajoyê bi hevre bimeşînin. Lê şert û merc destûr nadin vê yekê. Ji ber vê yekê dilê min her tim bi were ye. Rol û mîsyona Zindana Amedê erkek wisa dide pêş me. Ez niha pir bi heyecan û peroşim. Ez û Hacîre Ozdemir, Fadîle Bayram, Ayşe Irmak, Leyla Denîz, Pinar Işik, Dirayet Taşdemir ji 15'ê Sibatê ve dest bi çalakiya gireva birçûbûnê ya bêdem û bêvger dikin. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.
Em ji we hemûyan re bi dilê germ heskirin û slavên xwe ji were dişînin. Bi hevî û bawerîyê...
Selma Irmak - Girtîgeha Amede." DÎHA (dt/mae)