Irmak ji beşa komayê derxistin
AMED (DÎHA) - Hevşaredarê BDP'î yê navçeya Artuklu Emîn Irmak ku duh li gundê Selaxê bi giranî birîndar bû û rakirin beşa cerahiyê ya Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji beşa komayê derxistin. Tedawiya Irmak didome.
Hevşaredarê Artuklu ya Mêrdînê Emîn Irmak ku nû ji partiya BDP'ê hat hilbijartin, li Gundê Selaxê dema ku xwest aştiyê di navbera du malbatan de pêk bîne rastî êrîşa çekarî hat û bi giranî birîndar bû. Irmak ku ji bo malbatan li hev bîne û tev li xwarina aştiyê bibe çû gundê Selaxê dîsa di navbera malbatan de niqaş derketin û malbatan çek bikar anîn. Irmak ku di nava şer dema ji sînga xwe bi guleyê birînda bû ewil rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdinê û ji wir jî şandin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Irmak li Nexweşxaneya Tipê ya Zaningeha Dîcleyê dermankirina wî berdewam dike. Hat zanîn ku di saetên serê sibê de Irmak ji beşa koma ya cerahiyê hat girtin û şandin odeyê. Hat zanîn ku rewşa Irmak ber bi şaşiyê ve diçe.
(mae)