Israra AKP’ê ya çêkirina qerekolan
SEDAT SUR - COLEMÊRG 10.07.2014 07:03:56 Hikûmeta AKP’ê ligel pêvajoya çareseriyê li gelek herêmên Kurdistanê çêkirina qerekolan didomîne. Li nêzî gundê Otluca yê Colemêrgê li nêzî qada Girê Sor, hate hînbûn nuqteyeke kontrola leşkerî ji bo biguherin qerekol xebat hatine destpêkirin.
Li gorî agahiyên ku ji gundiyê bi navê M.D hatiye girtin li mewkiya Girê Sor a nêzî gundê Otluca, nuqteyeke leşkeriyê ya kontrolê ji bo biguherin qerekolek mezin xebat hatine destpêkirin. Li gorî M.D ji bo ku vê nuqteyê biguherin qerekolê, gelek maşîneyên kar derxistine gir û xebat bi lez û bez didomin. Di wêneyên ku ji aliyê M.D ve hatiye kişandin de gelek maşîneyên kar tên dîtin.
DI BIN NAVÊ RÊ DE XEBATA QEREKOLÊ
M.D destnîşan kir ku xebatên qerekolê di rojên dawî de gelek zêde bûne û got dema gundiyên Otluca vê rewşê ji leşkeran dipirsin leşker bersiva ‘Em rê çêdikin’ digirin. M.D diyar kir ku xebata yekane ya der barê rê de birina çekên giran a qerekolê û rêya ku helîkopter dadikevin jî berfirehkirina wê ye. M.D destnîşan kir ku xebata esas jî xebata înşaeta qerekolê.
DI DEMA XEBATÊ DE JIYANA GUNDIYAN DIKEVE XETERÊ
M.D bi lêv kir ku di dema xebatê de kevirên ji gir tên xwarê jiyana gundiyan dikeve xetereyê û wiha berdewam kir: “Ji bo ketina van keviran tiştekî nakin. Kevir bi taybet dikevin rêya ku tê bikaranîn. Ewlehiya canê gundiyan tune ye û tedbîr nayên girtin.”
M.D de got maşîneyên kar yên înşaetê li herêma xebatê tên hiştin û xebat jî bi wesayîtan diçin herêmeke din.