Jahrfiroşên alman car din li Îraqê ne
Fîrmaya Alman ya ku Helebçe tune kir ji nûve li Iraqê ye
Perwer YAŞ Duh Meclisa Federal a Alman ji bo komkujiya Helebçeyê bi peyama ‘Em xemgîniyek mezin dijîn, em mexdûran tenê nahêlin’ sînor man. fîrmaya Karl Kolb ya Alman ku di komkujiyê de hevkarê sereke yê Seddam bû, ji bo peymanên bazirganî yên nû demek berê çûye Iraqê. Fîrmaya Karl Kolb, ji bo gaz û bombeyan hilberîne ji Seddam amûr dikirî.
Duh êvarê partiyên hikûmetê CDU/CSU û FDP’ê di derbarê komkujiya Helebçeyê de pêşnûmeyek pêşkêşî Meclisa Federal a Almanyayê kir û dengên herî zêde girt û hat qebûlkirin. Di pêşnûmeyê hat gotin Almanya ji komkujiya Helebçe û Enfalê xemgîniyek mezin dijîn û got divê hikûmet ji bo pêçana birînan piştgiriyê bide projeyan. Lê Almanyaya ku hêj Helebçeyê we komkujî nabîne, hevkariya wan ya 16’ê Adara 1988’an xemgîniya wan pir zêde derbas kiriye.
Di 16’ê Adara 1988’an de saet nêzî 11.00’an de li bajarê Helebçeyê bi çekên kîmyewî 5 hezar kurdên sivîl mirin. Ev çekên kîmyewî ku texrîbateke mezin li ser xwezayê kir, rejîma Seddam Huseyîn li fabrîkayeke bajarê Samrra hilberandibû.
BOMBE BI TEKNOLOJIYA ALMAN HAT HILBERANDIN
Di encama karê rojekê de ji fabrîkayê di enama teknolojiya alman de gaz hatibûn bidestxistin. Fîrmaya Hamburgê 'Water Engineering Trading' ji fîrmaya Samarra re teknîka 'civatakirinê’ şandibû. Bi vî awayî 20 bombeyên ku kapaxa wan hat girtin, heta wî bajarî biçûk yê Kurdistanê dê gaz bernedana.
Fîrmaya W.E.T ya Bayernî ku parçeyên wesayîtan hildiberîne, kawên bombeyan yên ku buhayê wê 7 milyon mark bû û pergala agirpêxistinê firotibû Seddam. Rejîma Seddam ji bo ku gazê bidest bixe, ji fîrmaya Karl Kolb a li Hessen amûrên laburatuvar û madeyên kîmyewî kiribû. Piştî komkujiyê bi salan şûnde hinek lijneyên navnetewî diyar kirin ku ji sedî 52 fîrmayên Alman ji bombeyên hatine avêtin para wan heye.
ALMANYAYÊ SÛC VEŞART
Lê li Rojava ne sir bû ku Seddam xwedî çekên mirovkuj bûn. Rojnamegera New York Tîmes di 1984’an de diyar kiribû Bexda bi alîkariya fîrmayên Alman çekên kîmyewî hilberîne. Seddam di navbera salên 1982-1986’an de bi Almanyayê re bazigraniya çekan a 625 milyon kiribû. Dostaniya wan bi vê jî nesînore. Almanyayê tenê ji bo pergala fuzeyê ya Mahmudiyeyê 1,2 milyar dolar amûr firot.
Pitşî Helebçeyê du sal şûnde di 1990’an de hevkariya sûc ya Almanyayê hat rojevê. Hate xwestin ku li Meclisa Federal komîsyon bê avakirin. Lê hikûmeta Helmut Kohl a demî li pişt bazirganên çekan bû, skandal veşart. Lê dozgerên alman di 1990’an de ketin nava tevgerê û der barê 7 nûnerên Karl Kolbe û W.E.T de lêpirsîn vekir.
Lê nehat ispat kirin ku fîrmayan fuze firoiye Seddam. Ji berk u firotin bi riyên ne qanûnî hatibû kirin. lê îstîbarata Alman li dijî vê bazirganiya qirêj xwe bêdeng hiştibû. Di 1992’ande rojanemgerên Alman Hans Leyendecker û Rîchard Rîckelmann di pirtûka xwe ya bi navê ‘Îhracata mirinê- skandala çekan a alman ya Rojhilata Navîn’ de diyar kiribûn ku amûrên bi damgeya ‘Made în Germany’ çawa li Helebçeyê xistibû nivîsî.
FÎRMAYA SÛCDAR JI BO PROJEYÊN NÛ LI BASRAYÊ YE
Fîrmaya Karl Kolbe li bajaroja Dreîeîch ya Fankfurtê ye, di rojên borî de nûnerên wê li Iraqê bûn. Heyeta ku serokatiya wê midûrê giştî yê Fîrmayê Dr. Michael Fraenzel dikir, li Basrayê li pey peymanên nû yên bazirganiyê bû.
Nûnerên fîrmayê ji bo li nexweşxane û zanîngehan laburatuvarên lêkolîna hucreyan ava bikin, bi Walî re axivin. Ev 60 sale ev fîrma hebûna xwe di parêze û ligel ku hevkariya wan a vî sûcî tê zanîn jî, ji bo hatina wan a Iraqê kes tiştekî nabêje. Her wiha nayê zanîn ku çi bersiv jî ji rayedarên Basrayê çi bersiv girtiye.
HOLLANDAYÊ VAN ANRAAT SÛCDARÊ ŞER ÎLAN KIRIBÛ
Bazirganê çekan yên Hollandayî Frans van Anraat, ji ber Helebçeyê mehkum bibû û sûcdarê şer hatibû îlankirin. Anraat di serê sala 1980’î de bi tonan madeyên kîmyawî yê bi navê thiodiglycol (TDG) firotibû Seddam. Daraza Hollandayê ji ber vê 17 sal ceza da Anraat û ev ji di 2007’ê Gulanê de hat erêkirin. Di meha cotmeha borî de dozeke milyon Euro li Anraat hat vekirin.
Ligel ku hat mehkumkirin jî li kurdan lêborîn nexwest an jî tezmînatek neda kurdan.